* Dayîka Aştiyê Nezahat Teke ku tev li merasîma şewitandina çekan a “Koma Aştî û Civaka Demokratîk” a li Silêmaniyê bû destnîşan kir ku ji bo dayikan diyariya herî mezin aştî ye û wiha got: “Em êdî şer naxwazin. Aştî şahî ye, dilgeşî ye, sekinîna hesrên çavên dayikan e.”
* Medresya Feqiyê Teyran a gundê Finikê Rewî ya navçeya Basa hilweşiya ye û şopa wê winda dibe. Tevî ku ev berhem di bin parastina Wezareta Çand û Turîzme de ye jî, banê medresê bi tevahî hilweşiya ye.
* Goristana PKKiyan a li kontara Çiyayê Herekol ji aliye leşkerên artêşa tirk ve hatiye rûxandin û şopa gorên 63 endamên PKKê xuya nake.
* Serokê berê yê Rêxistina AKPê ya Amedê Muhammed Akar destnîşan kir ku di perspektifa Îmralî yê de ji bo hemû pirsqêrêkên rojhilata navin çareseriyek heye û divê Tirkiye, Sûriye, Irak û Îran modela Rojava esas bigrin.
* Şerê sêyemîn ê cîhanê her ku diçe belav dibe. Şerê ku belav dibe, hem bi xwe re komkujiyan pêş dixe, hem jî xwezayê talan û wêran dike. Hemû çavkaniyên jiyanê tune dike.
* Rêveberê Komeleya MED-DERê Mazhar Aktaş diyar kir ku wan ji bo atolyeyên axaftinê dest bi xeban kirin û got: “Atolyeyên me yên axaftinê hêj berdewam dikin û dê heta sê çar rojan bidomin. Piştre em ê dest bi atoleyeyê bikin.”
* Endamê Konseya Navendî ya TTB Mehmet Şerîf Demîr, Endama Komîsyona Mafê Mirovan a TTB Elîf Turana ku tev li qampanyaya TBBê bûn diyar kirin ku ji bo aştiyê amade ne û gotin: “Divê her kes piştgiriyê bide pêvajoyê.”
* Di pêşengiya TJA, DBP û DEM partiyê de civînên gel ên li tax û gundan ên ji bo vegotina aştiyê berdewam dikin.