* Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nirxandinên xwe yên bi Komîsyona Meclisê re kirine de bal kişand ser metirsiyên birdoziyên netewperestî, Peyamana Birahîm, Şîayê û wiha got: “Demokrasiya Herêmî û Komîn çareseriya pirsgirêkên herêmê ye. Ez her roj li ser vê têgehê difikirim.”
* Dayikên Aştiyê yên Stenbolê têkildarî êrişên HTŞê yên ser Rojava diyar kirin ku ew ê li Bakur kuştina xwişk û birayên xwe yên li Rojava qebûl nakin û gotin: “Em bang li gelê Kurd dikin ku ev şer şerê hebûn û nebûnê ye. Em dibêjin Rojava ne bi tenê ye.”
* Derket holê ku di nav wêneyên piştî êrişa li dijî Girtîgeha Eqtanê hatiye parvekirin de li gel komên çeteyên girêdayî Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê de DAIŞî jî cih girtine.
* Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di Girtekên Komîsyona Meclisê de diyar kir ku li Rojhilata Navîn projeyek nû ya dîzaykirinê ku ji hêla DYA û Îsraîlê ve tê birêvebirin di dewreyê de ye û wiha got: “Dixwazin Kurdan di vê projeyê de wekî hêmayek bêbandor bihêlin. Li hemberî vê projeyê çareseriya sereke demokratîkbûna li ser esasê xwe rêvebirinê ye.”
* Şaxên ÎHDê dê tekildarî êrişên qirkirinê yên li dijî Rojava li avahiyên xwe daxuyanî bidin çapemeniyê. (12:00)
* Xizmên Windayan û Rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê li pêş Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyolu ya Amedê di hefteya 885emîn de dê çalakiya xwe ya heftane li dar bixin (12:00)
* Dayikên Şemiyê li Qada Galatasarayê dê di hefteya 1087emîn de çalakiya xwe li dar bixe. (12:00)
* DEM Partî, HDK û Platforma Saziyên Demokratîk ên Stenbolê li dijî êrişên li ser Rojava dê ji Qada Aksarayê heta Saraçhaneyê meş li dar bixe. (15:00)









