* Hevserokê Şaxa OHDa Amedê Muhîttîn Mûgûç derheqê çûyîna Komîsyonê ya Îmraliyê de diyar kir ku divê êdî qanûn werin çêkirin û got: “Çûyîna Komîsyonê ya Îmraliyê nîşan dide ku êdî muxatabê pêvajoyê birêz Abdullah Ocalan e.”
* Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari dê di komcivîna partiya xwe de li Meclîsê biaxive. (12.45)
* Li Şirnexê bi pêşengiya TJAyê dê ji ber avahiya DEM Partiyê ya Silopya heya Kolana Hunerê meşa 25ê Mijdarê bê lidarxistin û daxuyanî bê dayîn. (14.30)
* Platforma Jinan a Dîcle Amedê û Tora Têkoşîna Li Dijî Tundiyê ya Amedê ji ber Zindana Amedê dê heta Plazaya AZCyê ya li Semta Ofîsê meşa 25ê Mijdarê li dar bixin. (16.00)
* Saziyên Jinan ên Wanê dê bi boneya 25ê Mijdarê ji ber Wan AVMê heta Qada Bajêr meş li dar bixin. (18.00)
* Platforma Jinan a Enqereyê dê bi tevlîbûna Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari tev li daxuyaniya 25ê Mijdarê bibe. (19.00)
* Bi pêşengiya MEBYA-DERê dê li navçeya Bismilê ya Amedê serdana şîna 8 gerîlayan bê kirin.









