* Daneyên 31 salên dawî pirsa ‘Li Tirkiye ÇED xizmeta kê û çi dike’ tîne hiş û aqilan. Armanca raporên ÇEDê parastina xweza û çavkaniyên jiyanê ye. Lê dane nîşan didin ku hewcehî bi raporên ÇEDê nayên dîtin.
* Hemû cotkar, karker û gundî pincarê kelxê ji nêzîk ve nas dikin. Lê ji ber ku wekî pincarê kelbeş, harik, strîserk, tolik, ficêla û xerdelê nayê xwarin, zêde sûdên wê yên tenduristiyê nayê naskirin û nayê zanîn. Bêtir bi striyên xwe yên wekî derzî û şujinên tûj û kovika tovên xwe yên tûtik tê nasîn.
* Rêveberê YEWKURDê Jêhat Rojhilat da zanîn ku di navbera 2-5ê Gulanê de 1emîn Rojên Pirtûkan ên Şaredariya Erxeniyê tê lidarxistin û got: “Kesên ku dizanin niha zimanê wan di bin xetereyê de ye, bila bên xwedî li pêşengehê derkevin.”
*MATUHAYDER wê 3emîn kongreya xwe ya asayî li avahiya DEM Partî ya navçeya Bagcilarê li dar bixe. (11.00-17.00)
* Rêxistina DBPa Amedê dê bi dirûşmeya “Bi Civaka Rêxistinkirî re Em Ber bi Azadiyê ve Dimeşin” li Eywana Dawetê ya Ayaz Eleganceyê 6emîn Kongreya Xwe ya Awarte li dar bixe. (11.00)