* Ji sala 2018-2019an ve di encama êrişên dewleta Tirkiyeyê û komên çekdar de bi sed hezaran kes ji Efrîn, Serêkaniyê û Girê Sipî koçber bûn. Tevî peymana 29ê Çileyê ya di navbera HSD û Hikûmeta Şamê de hê jî li holê ji bo vegera koçberan tu gav nehatine avêtin. Berpirsê Komîteya Koçberan a Serêkaniyê Ciwan Îso diyar kir ku heta Tirkiye ji xaka Sûriyeyê venekişe û ewlehiya koçberan neyê mîsogerkirin, aramî û vegereke bi rûmet ne pêkan e.
* Rojnameger E. Pejder Altan bi lêv kir ku hêzên hegemon li dijî dorpêça komên çekdar ên giredayî Tirkiyeyê ku li ser Kobanê didomînin bêdengin û got: “Nûnerê Amerîkayê yê Sûriyeyê Tom Barrack di hevdîtinan de li ser dorpêça Kobanê tiştek nabêje. Ew jî tê wê wateyê ku komploya li dijî Rêveberiya Xweser berdewam dike.”
* Rêveberê OHDa Stenbolê Bedîrhan Sarsilmaz diyar kir ku navê pirsgirêka Kurd di rapora hevpar a Komîsyonê de nehatiye dayîn û got: “Heke navê pirsgirêkê nehatibe dayîn dê çawa were çareserkirin. Zimanê raporê zimanê kevn e, divê ev ziman bê guherandin. Di serî de divê mafê hêviyê di qanûnê de cih bigire. Divê statuya Ocalan were diyarkirin ku dikaribe bi rol û mîsyona xwe rabe.”
* Welatiyên Wanî têkildarî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk axivîn û gavneavitina dewletê rexne kirin û gotin: “Dibêjin dibêjin lê napêjin.”
* Aktivîsta TJAyê Yildiz Çetîn bal kişande ser girîngiya 8ê Adarê û bang li jinên Wanê kir û got: “Werin em li dijî hişmendiya mêrsalariyê deng, reng, tililî û yekîtiya xwe bigihînin hev û 8ê Adarê pîroz bikin.”
* Gonul Alkan, di 23yê Sibatê de ji aliyê hevjînê xwe Kemallettîn Alkan ve li ber çavên zarokên xwe hat kuştin. Dayika Gonul Alkanê, Salîha Bozkûrt rexne li Midûriyeta Polîsan kir û got: “Polîsan keça min neparast. Êdî bes e, bila keç û ciwanên me nemirin.”
* Dayîkên Aştiyê yên Êlihê Zekiye Mecît û Hûriye Acar têkildarî pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” ku salek bi ser re derbas bû diyar kirin ku dewletê hê jî tu gavên şênber neavêtine û wiha gotin: “Niha jî dibêjin em ê hin tiştan bihêlin piştî cejnê. Eger ku bi rastî nêzîkî vê pêvajoyê bibin dikarin beriya cejnê jî gelek tiştan pêk bînin.”
* Xêzefîlmê bi navê “Şînok” bi pêşengtiya Zarok TVyê de dê di 1ê Adarê de êdî li ser qenala fermî ya “Smurfsan (Şînok)” ya Youtubeyê bê nîşandan. Endamê Lijneya Weşanê yê Zarok TVyê Cebar Alp têkildarî vê yekê wiha got: “Li ser platforma Smurfsan êdî hemû cîhan dikare bibîne ku zimanê Kurdî jî li wir heye û Şînok bi zimanê Kurdî di malpera wan de li kêleka hemû zimanên din cihê xwe digire.”
* DEM Partî dê bi armanca salvegera yekemîn a Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Dika Yilmaz Guney a navçeya Çankaya bernameyeke li dar bixe û peyama Abdullah Ocalan bê xwendin. (11:00)
* OHD dê bi daxwaza bicihanîna “Mafê hêviyê” ji Mizgefta Mezin a navçeya Sûrê heta Edliyeya Amedê meşekê li dar bixe. (14:00)
* Platforma Saziyên Demokratîk a Wanê dê bi boneya salvegera 27ê Sibatê banga “Aştî û Civaka Demokratîk” li Qada Bajêr a Rêya Armûşê daxuyaniyekê bide. (13:00)
* Komeleya Vekolîn û Perwerdeya Hiqûqê (DADSAZ) dê di çarçoveya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî li eywana Tahîr Elçî ya Baroya Wanê panelekê li dar bixe. (14:00)
* Rêxistina DEM Partiyê ya Îzmîrê dê li avahiya xwe derbarê polîtîkaya dewletê ya sîxurtiyê de daxuyanî bide çapemaniyê. (15:00)









