* Rêberê PKKê Abdullah Ocalan di hevdîtina bi parêzeran a 2yê gulana 2019an de ji bo çareseriya pirsgirêka Tirkiyeyê wiha dibêje: “Em dikarin pirsgirêkên Tirkiyeyê û yên herêmê, ne bi şer û amûrên şîdeta fîzîkî, lê bi hêza nerm, yanî bi hêza aqil, polîtîk û çandî çareser bikin.”
* Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal têkildarî hevdîtinên bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re, diyar kir ku ji bo pêvajo bigehejê serî divê tecrîd bê rakirin û got: “Ji bo aştiyek pêk bê pîvan azadiya fizîkî ya Rêber Apo ye.”
* Yek ji damezrînerê Koma Çiya zimanzan Zana Farqînî ku têkildarî 34emîn salvegera NÇMê axivî, destnîşan kir ku NÇMê bandoreke erênî li ser çand, ziman û hunera kurdî kir û got: “NÇM bû dibistanek. Divê saziyên weke NÇMê xurttir bibin.”
* Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê bi boneya balê bikişîne ser êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê li qada Şêx Seîd çalakiya rûniştinê pêk bîne (12.00-16.00)
* DFG û MKG dê li dijî binçavkirin û girtina rojnamegeran li pêşiya AZC Plaza ya li Ofîsa Amedê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (17.00)