* Rêveberên ÎHDa Amedê têkildarî êrişên li ser Rojava axivîn û wiha gotin: “Ji bo sekinandin şer em ê bixebitin û têbikoşin. Me ji Neteweyên Yekbûyî re name şandin ku êriş bên sekinandin.”
* Welatiyên Amedê ku tev li nobeta parastina Rojava ya li Qada Şêx Seîd bûn, gotin: “Divê em ji bo Rojava her kêlî li ser pêyan bin. Em piştgiriyê didin gelê xwe yê Rojava. Em moral didin wan.”
* Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk li navçeya Ebexa Wanê, li navçeya Siwêregê ya Rihayê, li navçeya Artûklûyê ya Mêrdînê, li Îdirê û li Mûglayê dê têkildarî êrişên li ser Rojava meş û çalakî bên lidarxistin. (11.00-17:00)
* Platforma Tenduristîyê ya Amedê dê têkildarî êrişên li Rojava li pêşiya Nexweşxaneya Zaningeha Dîcleyê bi dirûşma “Bila bilez korîdora mafê jiyanê bê vekirin” nobeda mafê jiyanê bidomîne. (12:00)
* Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk a Êlihê têkildarî êrişên li ser Rojava dê bi tevlibûna Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir û bi tevlibûna gelek parlamenteran meş bê lidarxistin. (13:00)
* Li Amedê bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk têkildarî êrişên li ser Rojava û Kobanê dê gel li ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê kom bibe û meşekê li dar bixe (14:00)
* Dayikên Aştiyê yên Stenbolê ji bo êrişên li ser Rojava şemezar bike dê li pêşiya Balyozxaneya Amerîkayê daxuyanî bide. (14.00)
* Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê ya Stenbolê bi dirûşma “Li Rojhilata Navîn li dijî mêtingeriyê, li Sûriyeyê li dijî tarîtiya HTŞê bêje raweste” dê li Qada Îskeleyê ya Kadikoyê daxuyaniya çapemeniya were lidarxistin. (18:30)
* Platforma Jinan a Îzmîrê ji bo balê bikişîne ser kuştina jinan dê li Alsancakê daxuyanî bide. (18.30)
Kirmanckî
* Şarê Dêrsimî, çeteyêke girêdayê Hukmatê Şamî û dewleta Tirkîyeyê Sûrîye de hêrişê qirkerdişan vera Kurd, Elewî û Dûrzîyan ramenê vano: “Welatê ma dej û heşîrîye rind zaneno, Rojava bekes nîyo”









