* Endama Komîsyonê Gulistan Kiliç Koçyîgît derbarê hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re anî ziman ku Ocalan gotiyê wan cara yekem pirsirêka Kurd ji darvekirinê anînê ser masayê û got: “Divê hebûn û mafê Kurdan ji aliyê dewletên ku Kurd lê dijîn ve bê naskirin.”
* Cerdevanên ji gundê Şerefiyê li Çiyayê Gabarê bi destûra Gerînendetiya Daristan û Çandiniyê talanê dikin. Çavkaniyên pê bawer diyar kirin ku gerînende bertîlê ji cerdevanan distîne.
* Fîlmê “Heval Birako” ku çîroka wî ji aliyê rojnameger Nazim Daştan ve hatiye nivîsîn, çîroka du birayên ji aliyê DAIŞê ve hatine revandin vedibêje. Derhêner Nûman Yîgît da zanîn ku fîlm çîroka hemû civaka Êzidî ye û êşa wan dide nîşandan.
* Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî di salvegera 10emîn de dê li ber Minareya Çarling were bibîranîn. Dê bi pêşengiya Baroya Amedê ji ber Edliyeya Amedê heta ber Minareya Çarling meş bê lidarxistin. Paşê jî li ser gora xwe ya li Goristana Yenîkoyê were bibîranîn. (10.15)









