* 27 sal in Fikrî Ozgen ê ku 28 sal keyatiya dewletê kiribû winda ye. Nevzat Ozgen diyar kir ku 27 sal in bavê wî winda ye û got: “Divê li Meclisê komîsyona ji bo dîtina windayan were avakirin. Gere dewlet hemû kujeran derxe holê û lêborînê ji malbatan bixwaze.”
* Îsal ji ber hişkesaliyê genimê di zeviyan de hema bêje hişk bûn. Cotkar Coşkun Onaç ku li navçeya Silopiyayê dijî anî ziman ku ji ber nebarîna baranê çandiniyê wan hişk bûn e û zerar dîtine. Endezyarê Çandiniyê Samet Ucaman jî diyar kir ku birîna dar û deviyan bandorê li avhewayê dike.
* Xizmên Windayan û ÎHDa Amedê dê di hefteya 842yemîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li dar bixin. (12.00)
* Dayikên Şemiyê wek her hefteyê dê vê hefteyê jî li Qada Galatasarayê çalakiya ji bo windayan bidomînin. (12.00)