* Ji ber xebata tunelê ya şîrketa Bolunmez Enerjî ya ku aydî parlamenterê berê ya AKPî Suleyman Bolunmez e, gundê Avgamasiya ji demsala biharê ve bêav e. Şêniyên gund anîn ziman ku ji ber xebatên tunelê xaniyên wan jî zerar dîtinê û xwestin pirsgirêka wan a avê çareser bibe.
* Rêberê PKKê Abdullah Ocalan di hevdîtina 12ê hezîrana 2019an de bi rêya parêzeran peyam şandibû derve û bibîr xistibû ku ya esasî û çareserî siyaseta demokratîk e. Bal kişandibû ser pêdiviyên siyaseta muzakereyên demokratîk, rebazên aqil, politik û hêzea çandi û tekoşîna sivil.
* Piştî Wezîrê Karên Hundir ê Tirk qeyûm tayînî Şaredariya DEM Partiyê ya Sêrtê kir, dê daxuyaniyên li dijî tayînkirina qeyûm bên dayîn.