* Endamên Platforma Tenduristiyê ya Amedê derheqê êrişên Rojava de diyar kirin ku divê ji bo Kobanê korîdora mirovî demildest were vekirin û gotin: “Bila jiyan bê parastin, şertê parastina jiyanê jî vekirina korîdora jiyanê ye.”
* Platforma Tenduristiyê ya Amedê têkildarî êrişên li ser Rojava dê li pêşiya Nexweşxaneya Welidandin û Zarokan bi dirûşma “Bila bilez korîdora mafê jiyanê bê vekirin” nobeta daye destpêkirin, berdewam bike. (12:00)
* Însiyatîfa Pêdiviya Min Bi Aştiyê Heye ya Jinan dê li navçeya Pirsûsa Rihayê li dijî êrişên li ser Rojava meşek li dar bixe. (12:00)
* Platforma Saziyên Demokratîk a Wanê dê têkildarî êrişên qirkirinê yên li dijî Rojavayê Kurdistanê ji Wan AVMê heta Parka Aştiyê ya Mûsa Anter meşeke mezin li dar bixe. (13:00)
* MED TUHAD-FED û rêxistina DEM Partiyê ya navçeya Rezanê dê nobeta ku ji bo Rojava li Qada Şêx Seîd hatiye destpêkirin di roja 4emîn de bidomînin. (13:00)
* Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk a Mêrdînê dê li navçeya Şemrexê ya Mêrdînê li dijî êrişên li ser Rojava meşek bê lidarxistin. (13:00)
* Dayikên Aştiyê yên Stenbolê ji bo êrişên çeteyan li ser Rojava şermezar bike dê li pêşiya Balyozxaneya Sûriyeyê çalakî li dar bixe. (14:00)









