* Hevserokê TOHAVê Xemgîn Yusuf Gurucu bi lêv kir ku ji bo mafê heviyê pêk were, ew bi saziyên hiqûqê re di nav xebatan de ne û got: “Em dixwazin bi saziyên mafê mirovan û hiqûqê re ji bo bicihanîna mafê hêviyê serdana Wezareta Dadê û Meclisê bikin û raporek bidin wan.”
* Hevserokê Komeleya Mafên Mirovan a Şaxa Êlihê Ahmet Şîray anî ziman ku her roja ku derbas dibe ji bo girtiyên nexweş metirsî zêdetir dibe.
* Berdevkê Platforma Şaxan a KESKa Amedê Mehmet Nûr Ûlûs têkildarî 1ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran diyar kir ku cihê şer lê hebe karker û gel ne aram in û her kes vexwend mitînga 1ê Gulanê ya Amedê.
*Keleha Zerzewanê, ku di navbera Amed û Merdînê de ye, li ser zinarên asê hatiye çêkirin û bûye şahidê dîrokê. Ev keleh, bi dîroka xwe û bi atmosfera xwe ya efsunî mirovan sermest dike. Her wiha ev keleh, serdema borî radigîhîne me û hema her roj bi sedan geştiyaran pêşwazî dike.
* GABB dê li Çand Amedê civîna xwe ya meclisê ya asayî pêk bîne û piştre jî dê bi beşdariya hevşaredaran daxuyanî bide. (10.00)