* Hevberdevkê Komîsyona Rêxistinkirinê ya DBPê Huseyîn Bîrlîk têkildarî kampanyaya partiya xwe ya seferberiyê axivî û diyar kir ku dê di çarçoveya “Banga Aştî û Civakî Demokratîk” ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de civakê bi rêxistin bikin.
* Malbatên girtiyan diyar kirin ku bi hezaran girtiyên nexweş di girtîgehan de ji mafên xwe yên tenduristiyê bêpar dimînin û gotin ji bo pêvajo biçe serî divê dewlet jî gavan biavêje û hemû girtiyên siyasî werin berdan.
* Sê jinên kedkar ku li Ars Tekstîlê ya li navçeya Bismilê karê dirûnê dikin, diyar kirin ku ji ber krîza aborî heye debara xwe dikin û destnîşan kirin ku ji bo jin hewcehî ber destê kesî nebin divê karê xwe bikin.
* KESK, DÎSK, TMMOB û Odeya Bijîjkan a Amedê dê bi tevlibûna Hevserokê Giştî yê KESKê Ahmet Karagoz têkildarî mitînga 1ê Gulanê li avahiya Şaxa SESê ya Amedê civîna çapemeniyê li dar bixin. (12.30)
* Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan dê li Şanoya Bajêr a Amedê bi ciwanan re bicive û panelekî li dar bixe, paşê jî dê têkildarî pêvajoya çareseriyê li oteleke bajêr bi aktor û dînamîkên bajêr re bicive. (14.30-18.00)