* Hevserokê Giştî yê OHDê Serhat Çakmak destnîşan kir ku ji 2014an heta niha Tirkiye biryara DMMEyê ya mafê heviyê binpê dike û got: “Ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikaribe bi rol û rista xwe rabe, mafê hêviyê ferz e. Divê hemû saziyên demokratîk erka xwe pêk bînin.”
* Rêvebera MEBYA-DERê Menîce Yenî li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyar kir ku banga Abdullah Ocalan ji bo gelê Tirk û Kurd rêya çareserî û aştiyê ye.
* Saziyên zimanê Kurdî, partî û dezgehên Kurdan bi boneya rasthatina 15ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî dê deklarasyonek li Parka Koşûyolû ya Amedê eşkere bikin. (10.30)
* Xizmên Windayan û rêveberên ÎHDa Amedê dê di hefteya 847emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li Parka Koşûyolû li dar bixin. (12.00)