• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
22 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Muglayê Newroz bi coşeke mezin hat pîrozkirin

    Li Muglayê Newroz bi coşeke mezin hat pîrozkirin

    Ji Newroza Wanê çend hurgûlî

    Ji Newroza Wanê çend hurgûlî

    Li Rihayê lêhî rabû: Mal û kargeh di bin avê de man

    Li Rihayê lêhî rabû: Mal û kargeh di bin avê de man

    Li Stenbolê piştî Newrozê gelek kes hatin binçavkirin

    Li Stenbolê piştî Newrozê gelek kes hatin binçavkirin

    Li Manîsayê Newroz bi coş hat pîrozkirin

    Li Manîsayê Newroz bi coş hat pîrozkirin

    Newroza Wanê bi dawî bû

    Newroza Wanê bi dawî bû

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Muglayê Newroz bi coşeke mezin hat pîrozkirin

    Li Muglayê Newroz bi coşeke mezin hat pîrozkirin

    Ji Newroza Wanê çend hurgûlî

    Ji Newroza Wanê çend hurgûlî

    Li Rihayê lêhî rabû: Mal û kargeh di bin avê de man

    Li Rihayê lêhî rabû: Mal û kargeh di bin avê de man

    Li Stenbolê piştî Newrozê gelek kes hatin binçavkirin

    Li Stenbolê piştî Newrozê gelek kes hatin binçavkirin

    Li Manîsayê Newroz bi coş hat pîrozkirin

    Li Manîsayê Newroz bi coş hat pîrozkirin

    Newroza Wanê bi dawî bû

    Newroza Wanê bi dawî bû

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

ROJEVA 3yê SIBATA 2026an

Navenda Nûçeyan / AW

3 SIBAT 2026 - 09:00
Kategorî: ROJANE
A A

* Rojnameger Delîl Zîlan anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di pêkhatina peymana di navbera HSDê û hikûmeta demkî ya Şamê de bi roleke mezin rabûye û got: “Birêz Ocalan ji bo şerekî di navbera gelan de hem Rêveberiya Xweser, hem dewleta Tirk û hem jî heyeta ku giredayî dewletên hevdîtin pêkanînê hişyar kir.”

* Welatiyên Wanê derbarê peymana di navbera Rêveberiya Xweser-HSD û Hikûmeta Demkî ya Şamê de hatiye îmzekirin axivîn û anîn ziman ku heta ev peyman di destûrê de neyê bicîhkirin ew dê dest ji têkoşîna xwe bernedin û li ser pêyan bin.

* Rêveberê ÎHDa Êlihê Alî Karadogan diyar ku li gel peymana di navbera HSDê û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de hatiye îmzekirin jî Tirkiye dijminatiya xwe ya li dijî gelê Kurd didomîne û got: “Em dizanin ku bandora rêveberiya Tirkiyeyê li ser hikûmeta demkî ya Şamê heye.”

* Endamên Desteya Şêwreya Bilind a Amedsporê Abdulkadîr Guleç û Sorgul Aytek derbarê cezayên dawî yên li Amedsporê hatine birîn axivîn û gotin: “Amedspor ne tenê tîmeke sporê ye, nûnertiya nasnameyeke civakî dike. Biryarên federasyonê bê hiqûqiyê ye.”

* Serokê DÎSK Basin-Îşê ya berê Faruk Eren diyar kir ku desthilat nexwest tiştên li Rojava diqewimin were zanîn û got: “Desthilatê dixwaze emrê xwe li ser zimanê dijbertiyê dirêj bike, lê dê rojnamegerî û heqîqet bi ser bikeve.”

* Hevberdevkê Înîsiyatifa Yekîtiya Demokratîk Mehmet Kamaç tekîldarî yekîtiya Kurdan diyar kir ku yekîtî wek av û nan pêwîst e û wiha got: “Dibe bawerî, îdeolojî û partiyên me cuda bin. Lê belê êriş li ser hebûna Kurdan in, divê em bibin yek.”

* Endamê Lijneya Rêveber ê Komeleya 78an Arîf Tûrgay bal kişand ser peymana di navbera HSDê û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de û got: “Heta ku statuya gelê me yê li Rojava mîsoger nebe, divê her çar aliyê Kurdistanê şiyar be, baldar be û divê çavên me li ser Rojava be.”

* Şaxa Komeleya Hiquqnasên ji bo Azadiye ya Amedê dê derbarê çalakiyên ji bo Rojava hatine lidarxistin rapora çavdêrî û tespîtên xwe ya meha Çileyê li avahiyê komeleyê daxuyaniya çapemeniyê li dar bixe. (12:00)

* Dayikên Aştiyê ji bo piştgiriya berxwedana Rojavayê Kurdistanê dê li gelek bajaran daxuyanî bidin çapemeniyê. (13:00)

Kirmanckî

*Aşma gucige aşma Xizirîya no semed ra Zeynel Batar serê maneyê Xizirî ma rê qisey kerd û va: “Xizir roja tenge de reseno. Linga Xizirî ke kewte kamcî çê, o çê de her çî beno zaf. Neweşîye nêbena. Kam ke raye de mend, Xizir rese no ci”

Etîket: rojev
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

ROJEVA 04ê ÇILEYA 2025AN

ROJEVA 22yê ADARA 2026an

22 ADAR 2026
ROJEVA 12ê ÎLONA 2025an

ROJEVA 21ê ADARA 2026an

21 ADAR 2026
ROJEVA 12ê ÎLONA 2025an

ROJEVA 20ê ADARA 2026an

20 ADAR 2026
ROJEVA 28ê KANÛNA 2025an

ROJEVA 19ê ADARA 2026an

19 ADAR 2026
ROJEVA 04ê ÇILEYA 2025AN

ROJEVA 18ê ADARA 2026an

18 ADAR 2026
ROJEVA 04ê ÇILEYA 2025AN

ROJEVA 17ê ADARA 2026an

17 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji Newroza Stenbolê wêneyên bi heybet: Erd û esman bû Newroz

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Newrozên Dîlok, Mêrsîn û Edeneyê bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan dawî bûn HATE NÛKIRIN

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Newroza Îzmîrê: Kurd dê bi Rêberê xwe ve azad bin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Stenbolê bi hezaran kes tê qada Newrozê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Veysî Aktaş: Rojeva sereke ya civînên me serkeftin û serhildana Wanê bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Newroza Cizîrê bi govend û dîlanê dawî bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Roja hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Wezareta Dadê diyar bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 22yê ADARA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nobeta li Bestayê bi dawî bû dê çalakiyên cuda pêk bînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (901)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne