* Berdevka Kongreya Star Rihan Loqo, bal kişand ser Şoreşa Jinê ya Rojava û got: “Bi avakirina rêxistinên xwe ve êdî jin li Rojava karîn ku hebûna xwe û nasnameya jina azad qezenc bikin.”
* Tevgera Jinên Azad (TJA), ji bo pêşwazîkirina 8ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê zend û bendên xwe badan û ‘Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk’ ji bo bilindkirina têkoşîna jinan wekî fersendeke mezin dibînin. Jinên TJAyî diyar kirin ku pêvajoya aştiyê ji bo têkoşîna li dijî pergala baviksalar fersendeke mezin e, çarenûsa yekane ya xwe bi rêxistinkirinê ye.
* Rojnameger Kakshar Oremar anî ziman ku piştî destpêkirina êrişên li ser Îranê, li Rojhilatê Kurdistanê rewşeke awarte heye û got: “Rejîma Îranê ji ber tîfaqa di navbera Kurdan de tengav bûye. Amerîka û Îsraîl jî ji heza Kurdan haydar in. Ew jî dizanin heza herî xurt Kurd in. Guherandina rejîmê dê li Kurdistanê destpêbike.”
* Endamê Meclisa DEM Partiyê Abdûllah Gungen têkildarî pêvajoya ku saleke hatiye destpêkirin de anî ziman ku divê dewlet jî êdî gavên şênber biavêje û wiha got: “Gotin û nêzîkatiyên Devlet Bahçelî elbet ji bo pêvajoya heyî biqîmet in. Bi tenê di gotinê de têr nake, divê di pratîkê de gavên şênber hebin.”
* Berpirsê xebata “Pirtûkxaneya Pirtûkên Bideng” Abdulmecît Yilmaz destnîşan kir ku kê bixwaze dikare pirtûka xwe bîne û bi dildarî li cem wan bixwîne û got: “Em bi zaravayên Kurmancî û Kirmanckî yên Kurdî û Tirkî pirtûkan dixwînin. Dildarên bidengkirinê yên pirtûkên Ermenkî, Sûryanî anku dildar bi kîjan zimanî bixwazin em ê pirtûkên wan jî bidin xwendin.”
* Înîsîyatîfa Yekitiya Demokratîk dê tekîldarî êrişên Îsraîl û Amerikayê yên li dijî Îranê û geşedanên Rojhilata Navîn diqewimin li Cemiyeta Rojnamegeran a Başûrrojhilat a Amedê civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00)
* Endamên Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Faîk Ozgur Erol dê serdana Wezîrê Karên Hundirîn Mustafa Çîftçî û Wezîrê Dadê Akin Gurlek bikin. (13.00-14.00)










