* Hevserokê Şaxa OHDê ya Amedê Muhittin Muguç derbarê çalakiyên ji bo Rojava hatin lidarxistin de bal kişand ser bêhiquqî û girtina welatiyan û got: “Em ê wekî parêzvanên mafên mirovan şopdarên van dozan bin. Heta ku mafên mirovî neyê parastin, em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
* Kurdistana ku bi peymanan hate parçekirin piştî sedsalek dijwar û xedar carek din tê xwestin destkeftiyên Kurdan ji holê bên rakirin. Yek ji xala li ser sînoran ku parçebûnê nîşan dide jî Kobanê û Pirsûs e. Welatiyên li gundên Pirsûsê anîn ziman ku dixwazin tola 2014an ji Kobanê hilînin û dibêjin ku Kurd wê ji vê rewşê rizgar bibin.
* Hevseroka Komeleya Lêkolînên Kurdî ya Stenbolê Remziye Alparslan diyar kir ku êrişên li dijî Rojava neqebûlkirina pergala azadiyê ya li wir hatiye bicihkirin û got: “Divê sazî û dezgehên gelê Kurd bi vê kelecan û hevgirtina mezin a ji bo Rojava yekîtî û kongereya xwe ya neteweyî pêk bîne.”
* Konseya Bajêr a Amedê dê Desteya xwe ya Giştî ya 32yemîn bi rojeva Baxçeyên Hewselê û avahiyên li derdora Pira Dehderî bêdestûr hatine çêkirin, li ÇandAmedê li dar bixe. (13.00)








