* Ji ser erdheja 6ê Sibatê re 3 sal derbas bûn. Li Semsûra ku ji erdhejê zêde bandor bûye tevî 3 salên derbas bûyî welatî hêj di konteyneran de dijîn. Semsûra ku lê birîn nehatine kewandin hêj di roja 6ê Sibatê de maye.
* Hevserokê CDK-Fê Azad Dogan diyar kir piştî 15ê Sibatê, Peymana Fransayê wekî dubareya peymana Sykes Picot ê ye û got: “Bi vê komployê xwestin gelê Kurd ji qirkirine derbas bikin. Heta ku statuya Rojava were naskirin em ê qadan neterikînin.”
* Hevserok û rêveberên KURDÎWARê têkildarî peymana di navbera HSDê û hikûmeta demkî ya Şamê de hatiye îmzekirin axivîn û gotin: “Hişmendiya neteweyî û yekitî ji bo gelê Kurd pirr girîng e. Divê ev ruh û yekitî mayînde be.”
* Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû dê li avahiya DEM Partiyê ya Amedê têkildarî rojevê civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00)
* Platforma Kêd û Demokrasiyê ya Semsûrê dê tekildarî salvegera ardheja 6ê Sibatê li avahiya Komeleya Çandê ya Pîr Sultan Abdal a Semsûrê civîna gel li dar bixe. (22.00)
* Platforma Tenduristiyê ya Amedê bi dê têkildarî pirsgirêkên tenduristiyê yên li Kobanê û kêmbûna dermanan li Şaxa SESê ya Amedê civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.30)
* DAD dê li dijî ambargoya li ser Kobanê li qada navçeya Pirsûsê daxuyanî bide. (13.00)
* DEM Partiya Amedê dê tekîldarî êrişên li ser ESPê li avahiyê xwe daxuyaniya bide çapemeniyê (16:00)
Kirmanckî:
* Serra 1994î de wexto ke dewlete dewa Temkû kerde tal Alî û embaza ey Turkane bar kerd ameyî Pulur. Nika Pulur de çetinîya zimistanî de naxira dawarî kenê weye. Bêrîya dewa xo kenê. Seba vewra zafe vanê: Emser vare dûyê ma dard we.”









