* Rêveberê MED-DERê Musa Şanak da zanîn ku ziman ji bo civak û gelan hebûn, nasname û rûmet e û got: “Ev gotinên ji rêzê nîn in, wate û giraniyeke van gotinan heye. Lê em wek civak çiqas li gor vê wate û giraniyê tevdigerin, mijara nîqaşê ye.”
* Ji bo zarokan şad bike, kolan bi kolan û tax bi tax digere Xalê Fexredîn. Bi şadkirina zarokan ew jî şa dibe. Şadkirina zarokan jî dibe çavkaniya debara wî.
* Deniz Gezmiş yek ji serokên herî girîng ên tevgera ciwanan ku piştî sala 1965an û pê ve li Tirkiyeyê pêşket e. Di heman demê de yek ji rêveber û sazumankarên Artêşa Rizgariya Gelê Tirkiyeyê (THKO) ye.
* Şîna Sirri Sureyya Onder a ku li Navenda Pêşandanê ya Cemal Reşît Rey a li navçeya Şîşlî hatiye danîn dê berdewam bike. (11.00)
* 1emîn Rojên Pirtûkan ên Şaredariya Erxeniyê ku roja 2yê Gulanê dest pê kir, dê îro bi dawî bibe. (11.00-19.00)