* Girtina Deriyê Sînor yê Bajêrge yê Geverê bandoreke mezin li ser jiyana rojane û aboriya welatiyan ava kir. Welatiyên ji Geverê gotin ku girtina deriyên sînor hem wan ji xizmên xwe yên li Rojhilatê Kurdistanê dûr xistiye hem jî ji aliyê aborî ve jiyana wan zehmet kiriye.
* Xurme ne tenê fêkiyek e, di heman demê de sembola bereketa sedsalan û tenduristiyê ye. Xurme li ser sifreya fitarê û çaya piştî fitarê cihekî taybet digire. Civaka Kurd bi taybetî jî herêma Colemêrg û Serhedê xurmeyan zêde bi kar tîne. Her wiha herêma Colemêrg û Serhedê ji bo taştê an jî paşîvên remezanê xwarina ‘Xurmerûnê’ jî çêdikin.
* Di dîroka Kurdan û Rojhilata Navîn de jinên Kurd her tim bi têkoşîna xwe ve xwedî cihekî taybet bûne. Di roja me ya îro de jî jinên Kurd ên Rojhilatî di wêje, siyaset û civakê de xwedî bandoreke mezin in. Mestûre Erdelanî ya Kurd ku 200 sal beriya niha jiya ye, mohra xwe li wêjeya Rojhilata Navîn daye û bûye yekem jina dîroknas a herêmê.
* Endamê Konseya Rêveber a KCKê Zubeyir Aydar anî ziman ku Tirkiye li gor geşedanên herêmê neçare li gor peşniyarên Entegrasyona Demokratîk û hemwelatîbûna azad a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gavan biaveje û got: “Ji bo serkeftina pêvajoyê jî divê azadiya fizîkî ya Rêber Apo pêk were.”
* Jinan bi çarçoveya çalakiyên 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê duh Çiyayê Kirklarê yê li navçeya Sûrê bafirok firandin. Jinên ku tev li çalakiyê bûn wiha gotin: “Em jin divê her tim li cem hev bin û piştgiriyê bidin hev.”
* Endamê OHDê Velî Ûgûrlû destnîşan kir ku divê dewlet biryara DMMEyê ya derbarê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de bi cih bîne û got: “Divê ev biryar ji bo birêz Ocalan zûtir bihata dayîn. Ev maf ji bo birêz Ocalan mafekî rewa, mirovî û hiqûqî ye”
* Odeya Bijîşkan a Amedê dê têkildarî Xelatê Aştî, Dostanî û Demokrasiyê yê ku her sal didin, li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.30)
* ÎHD dê têkildarî tundiya li ser jinan bi awayekî hemwext li hemû şaxên xwe civîna çapemeniyê dar bixe (12.30)
* Lijneya Kordînasyona Bajêr a Amedê ya TMMOBê dê bi dirûşma “Piştgiriya Bi Jinên Kobanê re. Bi ruhê berxwedanê yê 8ê Adarê em jiyanê diparêzin” li avahiyê Şaxa Endezyarên Înşaatê ya Amedê civîna çapemeniyê li dar bixe (13.30)
Kirmanckî
*Hatîce Polate 94î ra ver dewa Mirzû ya ke girêdayîyê Dêrsimî ya de weşîya xo ramita. 94î de dewlete bonê înan vesneyê, înan kî bar kerdo şîyê Ergan. Nika Ergan de mabênê zor û zehmetîyan de mîyan kena weye û vana: “Heşîrîya ma cinîkan nê xeleşîna.”







