* Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan anî ziman ku xwedî derketina li Sirri Sureyya Onder di heman demê de xwedî derketina li banga “Aştî û Civaka Demokratîk” e û got: “Ji bo xewn û xeyalên birêz Onder pêk werin em ê aştiyê li her derî bi rêxistin bikin.”
* Welatiyên ku tev li şîna Sirri Sureyya Onder a li Amedê bûn diyar kirin ku Sirri Sureyya Onder ji bo aştiyê têkoşiya û ew ê jî xwedî li doza wî derkevin.
* Fatma Budak Gulerê da zanîn ku ji bo di nav civakê de aştî bê avakirin di serî de gere azadiya ziman hebe û got: “Heke ziman azad nebe aştiyeke mayinde çênabe.”
* Berpirsyarên weşanxaneyan ku tev li 1emîn Rojên Pirtûkan a Şaredariya Erxeniyê bûn, diyar kirin ku bi eleqeya gel a ji bo rojên pirtûkan kêfxweş bûn e û xwestin ku ev aktîvîteyên wiha li navçeyên Amedê yên din jî bên kirin.
* Li gelek bajaran şîna ji bo Sirri Sureyya Onder hatine danîn dê îro bi dawî bibin. (10.00-19.00)
Rojeva Kirmanckî
* Dewa Dêrsimî Zaxgeye 1994î de pê destê eskeran ameye talkerdene. Zaxgeyij Musa Kit vano: “Naye ra di reyî yo ke 38 yeno. Rê 38î de ma qirkerdîme. Rê kî 94î de.”