* Jinên ku tev li mîtinga 8ê Adarê bûn peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxandin û gotin: “Em peyama Birêz Ocalan bi rêzdarî silav dikin. Ji bo ku ew peyam bi cih bê em ê li her qadê têkoşîna xwe bidomînin û jiyanê xweştir bikin.”
* TJA dê ji bo 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li Parka Mûsa Anter ya Wanê mitîng li dar bixe. (11.00)
* Meclisa Jinan a Zimanê Kurdî dê li avahiya Egîtîm Sena Amedê ya Şaxa Jimara 1ê bi daxuyaniyekê damezrandin xwe ragihîne. (12.00)
* DEM Partî û DBP dê têkildarî banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Êlih, Sêrt, Farqîn û Cizîrê civînên gel li dar bixin. (13.00)
* Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê ji bo piştgirî bide banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê li Qada Şêx Seîd daxuyanî bide. (13.30)
* Rêxistina DEM Partiyê ya Manîsayê dê bi tevlêbûna Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan kongreya xwe pêk bîne. (11.00)