* Hevserokê DBPê Keskîn Bayindir, Berpirsê Buroya Têkiliyên Dervê yê YNKê Dara Xeylanî û Berdevka PÎAyê Menîce Rumeysa Gulmez ku tev li Konferansa Navneteweyî ya DEM Partiyê bûn bal kişandin ser girîngiya yekîtiya neteweyî ya Kurdan û destnîşan kirin ku divê ev pêvajo di heman demê de veguhere pêkhatina yekîtiya demokratîk a Kurdan.
* Derhêner Miral Kilo têkildarî fîlmê xwe yê “Li Baxçeyê Me Dareke Zeytûnê Hebû” ku li Festîvala Fîlman a Amedê hat pêşkeşkirin diyar kir ku ew dixwazin bi rêya sînemayê daxwazên xwe bînin ziman û got: “Min jî xwest bi rêya fîlmê xwe çîroka Efrîniyan parve bikim.”
* Malbata endama YJA-STARê Rojbîn Sonmez (Dilzar Rêber Andok) dê ji bo bîranîna keça xwe li eywaneke dawetê ya li navçeya Rezan a Amedê mewlîdê bide. (12.00)
* Festîvala Fîlman a Amedê ya 3yemîn dê bi nîşandana fîlman û pêşengeha “Ji Rê” berdewam bike. (13.00-20.00)
Kirmanckî
Wûşen Sevgûl o nika Rojîroj de weşîya xo ramneno, behsê 38î ra tepa surgunkerdîşî keno, 94î ra pey dîyanê xo keno û vano: “Sarê ma kes rê towa nêva, 38î ra tepîya 94î dîme.”













