Îzmîr – Endamê Hêzên Parastina Gel (HPG) Rojger Sîdar ku di pevçûneke 2017an de jiyana xwe ji dest dabû li mala şînê ya taxa Çamlikuleya Navçeya Bucaya Îzmîrê bi girseyî hate bîranîn.
Nûner û rêveberên Komeleya Alîkarî û Piştgiriyê (ANYAKAYDER), Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER), Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê, Komeleya Lêkolînên Ziman a Avesta, Hevserok û rêveberên DEM Partî û, Komeleya Aleviyan a Demokratîk (ÎDAYDER) tev li merasîma bîranînê bûn.