Îzmîr – Hunermend Rojkar li sazîya çand û hunerê a Jîn Artê konser da.
Hunermend Rojkar li Sazîya çand û hunerî Jîn Artê konserek da. Bêriya konserê mamosteya ziman û dramayê û di heman demê de endam û berpirsiyara koma erbaneyê Belqîsa Suleymanoglu axivî û got: “Hewa sar e. Lê em ê bi stran û berhemên xwe germ bibin.” Piştre Rojkar û hevalên xwe yên sazbend derketine ser dikê û bi stran û awazên kurdî temaşevanên li salona saziyê mest kirin.
Hûn dikarin ji lînka jêr temaşe bikin.