Rojnameger Ahmet Guneş ku di meha Çile de hatibû girtin, piştî amadekirina îdianameyê hat berdan.
Rojnameger Reyhan Hacioglû, Necla Demîr, Rahîme Karvar, Ahmet Guneş, Welat Ekîn û Vedat Oruç di 17ê Çileyê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê di serdegirtinên malan de hatibûn binçavkirin û bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibûn girtin. Rojnameger Eylem Babayîgît jî di çarçoveya heman lêpirsînê de 24ê Çileyê hatibû binçavkirin û girtin.
Rojnameger Ahmet Guneş li Girtîgeha Marmarayê dihat ragirtin û îdianameya wî hat amadekirin. Piştî amadekirina zaptên tensîpê der heqê Guneş de biryara teyliyeyê hat dayîn.
Di îdianameyê de nûçe û bernameyên nîqaşan weke “sûc” hatin nîşandan. Her wiha Guneş ji ber nirxandinên têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKKê Abdullah Ocalan jî hate “sûcdarkirin.”
Îdianame, ji hêla 25emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edliyeya Stenbolê ve hate qebûlkirin. Danişîna ewil a dozê dê di 8ê Gulanê de were lidarxistin.