Stenbol – Di danişîna doza rojnameger Ercument Akdenîz de biryara berdanê hat dayîn.
Danişîna 2yemîn a doza rojnameger Ercument Akdenîz ku di çarçoveya lêpirsîna Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibû girtin, li 26emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edliyeya Stenbolê hat lidarxistin. Akdenîz û parêzerên xwe di danişînê de amade bûn. Hevberdevka HDKê Meral Daniş Beştaş, gelek rojnameger, parazvanên mafan, nûnerên partiyên siyasî û siyasetmedaran jî doz şopandin.
Di danişînê de şahidan got ku Akdenîz nas nakin, îfadeyên wan ên berê nayên bîra wan, bi naveroka îdianameyê nizanin û nebûne şahidê tu tiştekî. Akdenîz jî îdiayên der heqê wî de tên kirin qebûl nekirin û got ew rojnameger e. Akdenîz, da zanîn ku ew HDKî nîne, HDK saziyeke fermî ye û daxwaza berdana xwe kir.
Parêzer Ozcan Karakoç jî got êdî delîlekî li dosyayê zêde bikin tune ye û xwest dosya ji mutalaayê re bê şandin.
Dozger jî anî ziman ku hêj mutalaa amade nîne û xwest Akdenîz girtî bê darizandin. Dadgehê, bi şertê kontrola edlî biryara berdana Akdenîz da û danişîn taloqî 10ê Sibata 2026an kir.