Dadgehê biryara girtina rojnamevan Alî Bariş Kurt da û ew şand Girtîgeha Girtî ya Tîpa L a Hejmara 1 a Maltepeyê.
Rojnamevan Alî Bariş Kurt, piştî ku 2 sal û 4 meh ceza lê hatibû birin ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat erêkirin. Polisan Kurt li Stenbolê binçav kir. Kurt ku ji ber parvekirinên medyaya dîjîtal û xebatên rojnamevaniyê hat tawanbarkirin, birin Midûriyeta Polîsan a Bostanci ya Stenbolê. Kurt, sewqî Edliyeya Kartalê kirin. Piştî biryara Dadgeha Bilind hat xwendin, dadgewê biryara girtina wî dubare kir û we şandin Girtîgeha Hejmara 1 a Tîpa L a Maltepeyê.