Rojnameger Alîcan Uludag bi hinceta heqaret li Serokkomar Tayyîp Erdogan kiriye, hat girtin.
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê derbarê nûçegihanê DW yê Enqereyê Alîcan Uludag de lêpirsînek da destpêkirin. Polîsan duh li Enqereyê Alîcan Uludag binçav kir û ji bo karûbarên îfadeyê Alîcan Uludag anîn Stenbolê.
Rojnameger Alîcan Uludag ji ber di midûriyeta polîsan îfade neda, sewqî Edliyeya Stenbolê hat kirin. Dozgeriyê bi heman hinceta Alîcan Uludag sewqî Dadgeriya Sulh Cezayê kir. Dadgerî jî bi heman hincetê biryara girtinê da.
Rojnameger Alîcan Uludag piştî biryara dozgeriyê birin girtîgehê.







