• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
27 SIBAT 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Şandeya Şengalê li Bexdayê rewşa Êzidiyan nîqaş kir

    Şandeya Şengalê li Bexdayê rewşa Êzidiyan nîqaş kir

    ‘Divê statuya birêz Ocalan bê diyarkirin û dikaribe bi rola xwe rabe’

    ‘Divê statuya birêz Ocalan bê diyarkirin û dikaribe bi rola xwe rabe’

    Dayikên Aştiyê: Dewlet rast nêzîkî pêvajoyê nabe

    Dayikên Aştiyê: Dewlet rast nêzîkî pêvajoyê nabe

    Welatiyên Wanê: Dibêjin dibêjin lê napêjin

    Welatiyên Wanê: Dibêjin dibêjin lê napêjin

    Ciwan Îso: Heta ku Tirkiye bi temamî venekişe li Sûriyeyê aramî ne pêkan e

    Ciwan Îso: Heta ku Tirkiye bi temamî venekişe li Sûriyeyê aramî ne pêkan e

    ROJEVA 04ê ÇILEYA 2025AN

    ROJEVA 27ê SIBATA 2026an

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Şandeya Şengalê li Bexdayê rewşa Êzidiyan nîqaş kir

    Şandeya Şengalê li Bexdayê rewşa Êzidiyan nîqaş kir

    ‘Divê statuya birêz Ocalan bê diyarkirin û dikaribe bi rola xwe rabe’

    ‘Divê statuya birêz Ocalan bê diyarkirin û dikaribe bi rola xwe rabe’

    Dayikên Aştiyê: Dewlet rast nêzîkî pêvajoyê nabe

    Dayikên Aştiyê: Dewlet rast nêzîkî pêvajoyê nabe

    Welatiyên Wanê: Dibêjin dibêjin lê napêjin

    Welatiyên Wanê: Dibêjin dibêjin lê napêjin

    Ciwan Îso: Heta ku Tirkiye bi temamî venekişe li Sûriyeyê aramî ne pêkan e

    Ciwan Îso: Heta ku Tirkiye bi temamî venekişe li Sûriyeyê aramî ne pêkan e

    ROJEVA 04ê ÇILEYA 2025AN

    ROJEVA 27ê SIBATA 2026an

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Rojnameger Altan: Komploya li dijî Rêveberiya Xweser berdewam dike

Mahmût Altintaş / AW

27 SIBAT 2026 - 09:52
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Enqere – Rojnameger E. Pejder Altan bi lêv kir ku hêzên hegemon li dijî dorpêça komên çekdar ên giredayî Tirkiyeyê ku li ser Kobanê didomînin, bêdeng in û got: “Nûnerê Amerîkayê yê Sûriyeyê Tom Barrack di hevdîtinan de li ser dorpêça Kobanê tiştekê nabêje. Ew jî tê wê wateyê ku komploya li dijî Rêveberiya Xweser berdewam dike.”

Hezên Hegemon di çerçoveya ji nû ve dîzaynkirina Rojhilata Navîn de piştî Peymana Parîse ku di navbera Îsraîl, Tirkiye û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de pêk hat di 6ê Çileyê de bi êrişên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê êrişên berfireh li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin destpêkirin. Komên çekdar ên giredayî Tirkiye, DAIŞ û HTŞê piştî Şêxmeqsûd û Eşrefiyê vê carê berê xwe dan Rojavayê Kurdistanê û xwestin Rêveberiya Xweser ji holê rakin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev êriş weke komploya navnetweyî ya 2yemîn nirxand. Rêveberiya Xweser li dijî êrişan seferberî ragihand û li çar aliyên Kurdistanê û gelek navendên cîhanê gelê Kurd û dostên Kurdan rabûn serhildanê. Piştî serhildana gelê Kurd û hewldanên Rêberê Gelê Krud Abdullah Ocalan di 30ê Çileyê de di navbera Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Demkî ya Sûyeyê de peymanek hat îmzekirin.

Li gor peymanê li bajarên Kurdan Kurd dê bi îradeya xwe xwe bi rêve bibin û herwiha dê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dê hezên asayîşê, saziyên fermî û sivîl ên Rojava û Sûriyeyê de di çarçoveya entegrasyonê de cih bigire. Di çerçoveya peymanê de gelek gav hatin avetin û pêvajoya entegrasyonê didomê. Lê tevî hevdîtin û pêvajoya entegrasyonê jî dorpeça li ser Kobanê ev 38 roj in berdewam dike. Ji aliyê din vê jî li gor peymanê diviya Tirkiye ji herêmên Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê derketa. Lê heta niha Tirkiye ji bo derketina ji wan herêman tu gav neavetiye. Tê payîn ku di rojên pêş de koçberên Efrînê dê vegerin cih û warên xwe. Lê rewşa koçberên Serêkanî û Girê Spî dê çawa bibe hê ne zelal e.

Li aliyê din li Reqa, Derêzor û Tebqayê ku Rêveberiya Xweser li van herêman vêkişiya, di navbera eşîr û hezên Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê de pêvçûn derket û aloziya li wan herêman didomê. Di nav van geşedanan de mudaxaleya li Iraqê jî di rojeve de ye. Mudaxaleya li Iraqê dê bandor li ser Rojava û Sûriyeyê jî bike. Di demeke ku DAIŞ careke din xurt dibe de Amerîka jî li Suriye û Rojavayê vedikişê. Vekişîna Amerîkayê dê bandoreke çawa li Sûriyê û Rojava bike tê nîqaşkirin. Di nav van alozî û gengeşeyan de rêkeftina di navbera Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de dê bigiheje encamekê û çareseriyekê, hêj jî ne zelal e.

Rojnameger E. Pejder Altan ku geşedanan ji nez ve dişopînê tekildarî geşedanên li herême, aloziyên heyî û rêkeftina di navbera Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de pirsên Ajansa Welat (AW) bersivand.

*Li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komployeke navneteweyî pêk hat û bi berxwedanê ew komplo heta asteke hat sekinandin û peymanek hat pêkanîn. Gelo ew hezên komploger dê bihêlin ew peyman bikeve meriyetê?

Di 29ê Çileyê de ji dema peyman pêk hatiyê vir ve hezên wek dewleta Tirk, Amerîka, Fransa û Birîtanya dixwazin plansaziyên xwe yên herême li gorî berjewendiyên xwe pêk bînin. Plana wan ew bû ku Kurdan dorpeç bikin. Bi êrişên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re xwestin l gorî konsepta Tirkiye û Îsraîlê teşe bidin Sûriyeyê. Peymana hatiyê çêkirin jî ne li ser daxwaza wan bû. Ne ku bi daxwaza dilê xwe hatin peyman çêkirin. Ji ber ku planên wan li Hesekê hatin sekinandin, bi berxwedana şervanên li çeperan canê xwe dan peyman pêk hat. Her wiha piştgiriya çar aliyên Kurdistanê û dîasporayê, dîplomasiya hatiye meşandin û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan plansaziya wan da sekinandin. Bi vê komploya navneteweyî dixwastin heta Dêrik û piştî Rojava dê dor bihata Başurê Kurdistanê. Yên ku ew komplo xistibûn meriyete dê her der taromar bikirina. Dê destkeftiyên Kurdan bi tevahî ji holê rakirina. Herwiha dixwastin di navbera Kurd û Ereban de şerekî jî derxînin.

Piştî berxwedanê neçar man ku li ser masayê peymaneke îmze bikin. Dewleta Tirk ji 29ê Çileyê peyman hatiye îmzekirin û vir ve zextê dike ku Peyman pêk neyê. Ji aliyê din ve nakokiyên hundirîn ên di nava HTŞê û çeteyên giredayî Tirkiyeyê û DAIŞê zextê dikin ku Peyman negihije encamekê. Bi qasta qeyran û kaosê li herêmê kûr dikin. Rêveberiya Xweser jî li dijî vê yekê hem ji aliyê siyasî, hem ji aliyê dîplomasî û hem jî bi rêxistinkirina civakê hewl didin peyman pêk were. Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê jî herçiqas ne li gor wan be jî, neçar in vê peymanê bi rê ve bibin. Niha di nava HTŞê de jî ji ber peyman hatiye pêkanîn, gelek alî li dijî peymanê rabûne û weke kom belav bûne.

*Tevî peymana hatiyê îmzekirin jî ev 38 roj in li ser Kobanê dorpeçek heye. Gelo sedema dorpeça li ser Kobanê çi ye û di bin vê yekê de çi plan hene?

Ji bo pêkanîna peymanê aliyê Rêveberiya Xweser ji xwe bawer e. Lê hikumeta Şamê ji xwe nebawer e. Di hevdîtinan de vêkirî jî dibêjin hakimiyeta wan li ser komên çekdar ên giredayî Tirkiyeyê tuneye. Ew komên çekdar jî dorpeça li ser Kobanê weke gef li ser Rêveberiya Xweser bi kar tînin. Sedema dorpeça li ser Kobanê ew e. Yanî heke rêkeftin negeheje encamê, ew hêz dê mijara Kobanê wek fersend di destê xwe de bigire. Ji bo wê jî komên çekdar dorpeça li ser Kobanê didomînin. HTŞê jî wan komên çekdar wek hincet bi kar tîne û dibêje ‘Ne em, ew dikin, em jî nikarin tiştekê bikin.’ Lê rastiyeke xwe jî heye. Hezên navneteweyî jî li dijî dorpeça li ser Kobanê bêdeng in. Heke Amerîka, Fransa û Birîtanya bixwazin dikarin dorpeça li ser Kobanê rakin. Nûnerê Amerîkayê yê Sûriyeyê Tom Barrack di hevdîtinan de li ser dorpeça Kobanê tiştekê nabêje. Ew jî tê wê wateyê ku Komploya li dijî Rêveberiya Xweser berdewam dike.

*Li gor xalên peymanê divê Tirkiye li herêmên Efrîn, Serêkanî û Girê Spî derketina û koçber vegeriyana cih û warên xwe. Ji bo Efrînê amadekarî heye lê rewşa Serêkanî û Girêspî hêj ne zelal e. Gelo çima Tirkiye wan herêman dernakeve û rewşa koçberan dê çi be?

Bi dagirkirina Serêkanî, Girê Spî û Efrînê û niha jî dagirkirina Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, armanca Tirkiyeyê ew bû ku destkêftiyên Kurdan ji holê rake. Niha peymanek hatiye îmzekirin û dewleta Tirk nexwaze jî, neçar e li gor peymanê tevbigere. Ji bo dîtbariyê Tirkiye hêj hezên xwe li Efrîn û Serêkaniyê ji nava bajêr derxistiye. Lê ew cih teslîmî meclîsên bajêr kirine. Meclîsên bajêr jî giredayî Tirkiyeyê ne û nûnerên wan jî endamên MÎTa Tirk in. Ji bo koçber karibin vegerin, divê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ewlehiya koçberan mîsoger bike. Ji ber ku dema gel vegeriya fikarên hene ku ew komên çekdar tiştekî bînin serê gel. Şandeya ji Şamê tê jî vekirî dibêje serweriya wan li van herêman tune ye û nikarin ewlehiya gel mîsoger bikin. Ji ber wê jî vêgera koçberan wisa zû bi zû pêk nayê. Ji bo lingeke peymanê pêk were, şandeyeke ji Şamê û şandeyek jî Rêveberiya Xweser ji bo vegera 400 malbatên Efrînê amadekarî kirine. Ji bo koçber vegerin cih û warên xwe û bi awayekî ewle li malên xwe bimînin, Rêveberiya Xweser û şandeyeke ji Şamê amadekariyan dikin. Divê mecliseke hevpar bê avakirin û ewlehiya koçberên Efrîn û Serêkaniyê bê mîsogerkirin.

Lê belê hêj jî xeteriya komên çekdar ên giredayî Tirkiyeyê li wan herêman heye. Ew herêm hem jî di bin serwariya Tirkiyeyê de ne. Hê jî di dibîstanan de mufredata Tirkiyeyê heye. Saziyên giredayî Tirkiyeyê li wan herêman bi cih bûnê. Divê ew sazî êdî werin valakirin. Ji ber ku hê jî xetere heye. Ew komên çekdar kengî bixwazin dikarin aloziyan derbixin. Lê xebatên di çeroveya peymanê de jî berdewam dikin. Li gor agahiyên me bi dest xistine heta asteke jî hatine. Lê fikar û xeterê jî hene.

*Tê gotin ku Amerîka jî hezên xwe ji Rojava û Sûriyeyê vedikişîne. Gelo vekişîna hêzên Amerîkayê çiqas rast e û heke Amerîka vekişe dê bandoreke çawa li ser herême çêbe?

Amerîka li her kriz û gengeşeyan de ji bo xwe weke hezeke rizgarkirinê nîşan bide, lîstikên wisa dike. Ji bo wê em dikarin bejin Amerîka dîsa ketiye pey lîstikan. Hakan Fîdan di daxuyaniyeke xwe de got piştî Sûriyê dê dor bê Iraqê. Niha jî li ser sînorê Iraq û Sûriyeyê alozî hene. Hemû hezan ji bo berjewendiyên xwe ji xwe re hêzan amade dikin. Tirkiye ji aliyekî ve, Şam ji aliyekî ve, Iraq li aliyekî ve û Amerîka jî ji aliyekî ve dixwazin li gor berjewendiyên xwe planên xwe pêk bînin. Yanî mijara vekişîna Amerikayê jî ew e; Amerîka planan dike ku dema li ser sînorê Iraq û Sûriyeyê alozî çêbû hinceta mudaxaleya wan çêbibe û careke din weke hezeke rizgarkirinê xwe nişan bidin û mudaxale bikin. Amerîka gelek caran weke 2014an û 2022an heman plane dîsa dike. Di êrişa Dêrhafir û Hesekê yên HTŞê ku DAIŞî serbest berdan. DAIŞî jî tevlî çeperên şer bûn. Ya ku plansaziya wê kiribû jî Amerîka bû. Yanî gelek lîstikên Amerîkayê yên bi vî rengî hene. Her tim aloziyan derdixîn û piştrê jî mudaxale dike ku ji bo xwe weke hezeke rizgarkirinê nişan bide. Ew daxuyaniya DAIŞiyan ku li ser hesabên xwe yên medyaya sanal parve kirin jî lîstikeke dewleta Tirk, Amerîka û HTŞê bi xwe ye. DAIŞê heta niha êrişî HTŞê û Tirkiyeyê nekiriye çima niha parvekirineke wisa tê kirin. Divê ew lîstik jî bê eşkerekirin. Hemû kes van lîstikan bibine.

*Li Dêrazorê di navbera eşîr û hikumeta Şamê de heye û ji aliyê din jî aloziya li ser sînorê Iraq û Sûriyeyê heye. Ew aloziyên heyî dê bandoreke çawa li ser rêkeftina di navbera Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Demkî ya Şamê bike?

Dewleta Tirk, HTŞê û dewletên Siûdî li ser Dêrazor, Reqa û Tebqayê soz dabûn DAIŞê. Dema herêmên Dêrazor, Reqa û Tebqayê dema di destê Rêveberiya Xweser de bûn hem ji aliyê rêveberiyê ve û hem jî ji aliyê aboriyê ve bi awayekî adîlanê hatibû birêvebirin. Niha jî DAIŞ gefan li gelê herême dixwe û talanê dike. Niha jî eşîr careke din bang li Rêveberiya Xweser dikin ku dîsa HSDê were li herême. 2 roj berê jî şandeyeke ku ji çend eşîran pêk dihat ji Rêveberiya Xweser re hevdîtin kiribû. Yanî pergala ji aliyê HTŞê ve li wan herêman hatiyê danîn ji aliyê welatiyên wir ve neyê qebûlkirin.

*Fermandarê HSDê Mazlum Ebdî li Silemaniyeyê bi Bafil Talabanî û Tom Barrack re hevdîtinek pêk anî. Gelo mabesta wê hevdîtinê çi bû?

Li Almanyayê birêz Mazlum Ebdî û birêz Îlham Ehmed jî beşdarî konferansê bûn. Li Amerîkayê gelek hevdîtin derbarê pêşeroja Sûriyeyê de pêk hatin. Hevdîtina li Silemaniyeyê jî em dikarin bejin di heman çerçoveyê de pêk hat. Tom Barrcak ji bo poşmaniya xwe bîne ziman û ji ber hevdîtina li Silêmaniyeyê pêk anîn ji Rêveberiya Xweser û aliyên Kurd re sipasiyên xwe kir. Li wir li ser pêşketina peymanê û yekitiya Kurdan hatibû gotobêjkirin.

Etîket: Dorpêça KobanêHikûmeta Demkî ya SûriyeyêKomploya NavneteweyîRêveberiya XweserRojnameger E. Pejder Altan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Kobaniyê dorpêç didome, qeyrana mirovîn kûr dibe

Li Kobaniyê dorpêç didome, qeyrana mirovîn kûr dibe

27 SIBAT 2026
Alinak li dijî dorpêçê dest bi greva birçîbûnê kir

Alinak li dijî dorpêçê dest bi greva birçîbûnê kir

25 SIBAT 2026
Li Reqayê şerê aşîrên Ereb û Hikûmeta Demkî gur dibe 

Li Sûriyê qeyran kûr dibe: Baregehên Hikûmeta Demkî hedef hatin girtin

25 SIBAT 2026
‘Dorpêç ranebe rewşa Kobanê xeter e’

Şam û Enqere dorpêça Kobaniyê hevpar didomînin

21 SIBAT 2026
Şandeya NYyê li Sûriyeyê bi rayedar û saziyên sivîl re dicive

Şandeya NYyê li Sûriyeyê bi rayedar û saziyên sivîl re dicive

20 SIBAT 2026
‘Dorpêç ranebe rewşa Kobanê xeter e’

‘Dorpêç ranebe rewşa Kobanê xeter e’

17 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Dosye – Ji 27ê Sibatê heta îro: Hewldanên bênavber ên Ocalan ji bo yekîtiya Kurdan – 3

    Dosye – Ji 27ê Sibatê heta îro: Hewldanên bênavber ên Ocalan ji bo yekîtiya Kurdan – 3

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Îrfan Aktan: Hin beşên dewletê naxwazin pêvajo serbikeve

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cebar Alp: Êdî hemû cîhan dê bibîne ku Şînok bi Kurdî jî heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Werin em bi tilîliyên xwe 8ê Adarê pîroz bikin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojnameger Altan: Komploya li dijî Rêveberiya Xweser berdewam dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Malbat ji bo hevdîtinê çûn Îmraliyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Newroz Uysal Aslan li meclisê bang kir: Ji Kurdî re statu

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Polîsan keça min neparast’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nobeta li Bestayê bi dawî bû dê çalakiyên cuda pêk bînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • SIBAT 2026 (971)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne