Rojnameger Çinar Goktaş ku li herêma Behdînanê rojnamegeriyê dike çavdêriyên xwe yên li herêmê parve kir. Rojnameger Çinar Goktaş anî ziman ku artêşa Tirk weke stratejiyeke şer xwezayê wêran dike û axa Kurdistanê jehrî dike.
Rojnameger Çinar Goktaş anî ziman ku hikûmeta AKP-MHPê di 9 salên dawî de di aliyê qirkirin û wêrankirina ekolojiyê de rêgezan nas nake. Rojnameger Çinar Goktaş, ji bo Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) çavdêriyên xwe nivîsand û ev agahî parve kirin: “Di serdema desthilata AKP’ê de li Kurdistanê di bin navê “ewlehiyê” de bi çêkirina kaleqol, qereqol û bendavan ekolojiyê wêran dike. Van projeyan weke parçeyeke polîtîkayên qirkirinê yên li ser gelê Kurd dimeşîne. Li Başûrê Kurdistanê bi piştgiriya PDKê bêwarî, xizanî û zilm li ser gelê Kurd ferz kirin. Dewleta Tirk di nava dagirkeriyê de dagirkerî, koçberî û guhertina demografîk ferz dike.”
Rojnameger Çinar Goktaş, da zanîn ku artêşa Tirkiyeyê li ser xwezaya Kurdistanê û gelê Kurdistanê terorîzmê dimeşîne û ev nirxandin kir: “Di salên dawî de daristanên li Cûdî, Gabar, Besta û herêmên din ên Botanê tên tên birîn û wêrankirin û bi qedexekirinan re qadên jiyanê û debara gel xera kir. Şîrketên petrolê dikevin dewsa wan. Her êrîşên ji çiyê heta kevirên Kurdistanê li gorî polîtîkayên şerê taybet û şer tên kirin. Dewleta Tirk qirkirna ekolojîiyê weke qirkirina civakî û stratejiya şer li Bakurê Kurdistanê xist dewrê, li Başûrê Kurdistanê jî bi heman rengî pêk tîne. Tenê di sala 2022yan de ji bo rê ji hêzên dewleta Tirk bê çêkirin, herî kêm 4 milyon dar birîn. Ev wêranî di sala 2023yan de di asteke bilind de rû da û bi sedan gund hatin valakirin.”
Herêmê bêmirov dihêlin.
Rojnameger Çinar Goktaş da zanîn ku weke li Bakurê Kurdistanê, li Başûrê Kurdistanê jî bi êrîşên piralî herêmê bê mirov dihêlin û got: “Bi şev û roj li dijî gerîlayan êrîşên kîmyewî û bomberbaranan didomînin, li dijî xweza û gel jî êrîş tên kirin. Artêşa Tirk a ku hemû herêman bombebaran dike, axa Başûrê Kurdistanê jehrî dike.”