Rojnameger Delal Akyuz li dijî biryara cezayê hefsa malê ku 11 meh in didome û muameleya xerab a di dema binçavkirinê de, serî li DMMEyê da.
Polisan di 13ê Sibata 2024an de nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Delal Akyuz, li Îzmîrê bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” binçav kirin û dadgehê biryara cezayê hefsa malê da Delal Akyuz. Delal Akyuz, li dijî cezayê hefsê ku 11 meh in didome û muameleya xerab a di dema binçavkirinê de, serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da. Ji ber ku ji îtîrazên kiribû encam derneket û rêyên hiqûqa navxweyî xelas bûn, Delal Akyuz bi rêya parêzerên xwe serlêdan kir.
Parêzeran di serlêdanê de diyar kirin ku sepanên miwekîlê wan rû bi rû mayî li dijî PMMEyê ye. Destnişan kirin ku Delal Akyuz ji pişt ve hatiye kelemçekrin û sepanên di dema muyaneya edlî rastî hatî dikevin çarçoveya “îşkence û muameleya xerab.” Parêzeran da zanîn ku îtîrazên ji bo rakirina cezayê hefsa malê hatine redkirin û dadgeh bêalî û adilane tevnegeriyane û destnîşan kirin ku Delal Akyuz ji ber xebatên rojnamegeriyê hatiye darizandin û bi cezayê hefsa malê re mafê azadiya xweîfadekirinê hatiye binpêkirin.