Rojnamevan Egîd Roj beriya ku ji aliyê dewleta Tirk ve bê kuştin, got; “Hêviyên xwe winda nekin, teqez wê serketin pêk were û em ê vegerin Efrînê.”
Çalakiya nobeta li dijî êrîşên li ser Bendava Tişrînê didomin. Di êrîşa hewayî ya Dewleta Tirk a 15ê Sibatê de rojrojnameger Egîd Roj hat kuştin. Dewleta dagirker, ji bo veşartina binketina xwe rojnamevanan bi berdewanî dike hedef. Herî dawî, di dîroka 15ê Sibatê de, rojnamevan Egîd Roj (Şervan Sîdo), dema li bendava Tişrînê çalakiyên gel dişopand, ji aliyê dewleta dagirker ve bi balafiran hate hedefgirtin û şehîd bû. Rojnamevanên weke Nazim, Cîhan û Egîd ku çav û guhê hemû gelê kurd li ser berxwedana bendavê ne, di ronîkirina rastî û heqîqetê de rolekî sereke dilîzin. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêdeyî 40 roj in, li ruxmê hemû êrîş û xeteriyan berxwedana xwe li bendavê didomîne. Tevî hemû êrîşan, berxwedana bendava Tişrînê ji her demê xurttir dibe.
Egîd Roj, di nav malbatek welatparêz ku gelek şehîd dane, li Efrînê jidayîk bû. Di temenê biçûk de, di sala 2012an de, bi pêşketina şoreşa Rojava re tevlî nav xebatên şoreşê bû. Demeke dirêj e tevlî xebatên çapemeniyê bû. Weke endamek ragihandina azad salên dirêj kar meşand. Egîd Roj, di dirêjahiya şerên li Efrîn, Şehba û Helebê de kedeke mezin da. Di şerê rizgarkirina van herêman ji komên çete de li herêmê vê berxwedanê şopand. Di sala 2018an de, di êrîşa dagirkeriya li ser Efrînê de, zêdetirî 2 mehan di eniyên şer de, li kêleka şervanan rewşa berxwedanê şopand û belge kir. Herî dawî li bendava Tişrînê, dema xwepêşandanên sîvîlan dişopand, li ser karê xwe hate hedefgirtin.
Beriya ku Egît Roj ji aliyê dewleta Tirk ve bê kuştin, ji hevrê/hempîşeyên xwe yên kar re, behsa bîranîn, biryardarî û hêviyên xwe kirine.
Peyama rojnamevan Egîd Roj bi vî rengî ye:
“Va ye ez gotinên xwe yên dawî ji dilê şer, ji we re dinivîsim. Dengê bombeyan her tiştî li dora min wêran dike. Li ser xaka me ya pak a ku her dem çavkaniya hêz û hêviya me ye. Ez ji we re li ser qehremaniya ku hêj di pirtûkan de nehatiye tomarkirin û li ser sekna ku tenê yên li vir dibînin, dinivîsim. Berxwedana Efrînê, çiyayên wê, Şehbayê, kampên wê û niha jî li Bendava Tişrînê bu wateya herî bilind a sebr û îradeya ku ez ê her kêlî, her lêdana dil û her awirên lehengên me yên ku ji bo zindîkirina xewna me têkoşiyan, bibîr bînim.
Lê di nava vê tariyê de, di dilê her berxwedanvanek de ronahiyek heye. Pêleka hêviyê heye ku qet namire. Erê, dibe ku ez bi xwe serketinê nebînim, lê ez bawer dikim ku bajarê min Efrîn wê rojekê azad bibe. Efrîna ku di dîroka xwe de taybetmendiyên şaristanî û rûmetê hilgirtiye û li hemberî hêzên herî hov ên bêdadiyê, dîmenên herî bilind ên sekna xwe dîtiye. Ji vê derê, ji welatê bendavê, ez ji we re dibêjim, bêhêvî nebin, bêhêvîbûnê nexin dilê xwe. Ji ber ku serketin teqez wê pêk bê.
Kolanên Efrînê wê mîna rojên xwe yên xweş bi coş û hêviyê dagirtî be. Hêvîdar im zarokên wê bê tirs vegerin û li taxên wê bileyizin û tava azadiyê li çiyayên wê bibiriqe û tarîtiya dagirkeriyê ji holê rabike. Efrîna ku min bi dil û can jê hez kir û her tim çavkaniya îlhama min e, çiqasî dem bikeve navberê jî ev hest bi dawî nabe.
Em hêviya azadiyê, ji ramanên Rêber Abdullah Ocalan digirin. Em ji ramana wî fêr bûn ku azadî ne tenê dirûşme, di heman demê de enerjiyeke di hundirê me de ye. Serketin wê bi hêsanî pêk neyê. Lê bi îradeyeke xurt wê serketin mîsoger bibe.
Baweriya min bi hêza cangoriyên azadiyê yên ku peyama Rêber Ocalan hildigirin û deriyên serketinê vedikin heye. Ev şervanên ku ruhê wan bi fikra azadî û wêrekiyê ve girêdayî ye, dê dîroka Kurdistanê û Efrînê binivîsin in.
Ez bi dilgerimiyeke mezin ji we re dinivîsim. Hê jî hêviyek di dilê kesên ku bi jiyan û azadiyê bawer dikin heye. Hêvî di dilê dê, bav, xwişk, heval û xizmên min de lêdide. Hûn ew qehremanên ku dê ala rizgariyê hildin. Hûn ê dawî li vê tarîtiyê bînin. Hûn ê Kurdistan û Efrînê ronî bikin û xeyala me ya veger û rûmetê pêk bînin.
Ji gelê me yê têkoşer re, ez hêvîdar im ku hûn ji armanca xwe dûr nekevin. 8 sal in ji bo em vegerin warên xwe em li ber xwe didin. Fedekariyek mezin hat raberkirin, Efrîn, ax û zeytûnên wê ya gelê Efrînê ye. Divê ev berxwedan hê bêhtir xurt bibe.
Hevalno, ez ne tenê rojnamevan bûm, şahidê dîrokê bûm û heta kêliya dawî ya jiyana xwe ez ê wisa dewam bikim. Xwazî min Efrîna rizgarkirî bidîta. Lê ez di wê baweriyê de me ku ev hesta serketinê û vegerê wê ji aliyê gelê me ve bê jiyîn.”