Amed – Rojnameger Halît Ermîş li ser agirbesta DYAyê û Îranê axivî û diyar kir ku li Rojhilata Navîn dê hemû hevsengî bên guhertin û wiha got: “Hemû hêz wê hewl bidin ku ji aliyê leşkerî ve xwe bi hêz bikin. Ji ber vê jî dibe ku tifaqên nû li pêş bikevin. Piştî agirbestê xeta sêyemîn wê bêtir bê nîqaşkirin.”
Di 28ê Sibatê de di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA)-Îsraîl û Îranê de şerekî dijwar dest pê kir. Di vî şerî de heta niha pergalên berevaniya esmanî yên Îranê, navendên fermandariyê, baregehên moşekan û firokexaneyên leşkerî hatin hedefgirtin û rûxandin. Dîsa bi awayekî sîstematik navendên sereke yên atomê, tesîsên enerjiyê, binesaziya bajarên mezin bûn hedefên Îsraîlê. Li gel vê Îran jî li dijî van êrişan baregehên leşkerî yên DYAyê yên li welatên Kendavê bombebaran kir û Tengava Hurmuzê ku ji bo veguhestina enerjiyê ya ji bo cîhanê xeteke herî girîng e girt. Di vê mehê de Serokê DYAyê Trump îdia kir ku Îran daxwaza agirbestê dike û gelek caran jî Îranê daxuyanî da û got DYA daxwaza agirbestê dike. Piştî van hemû geşedanan duh di navbera DYAyê û Îranê de bi şertê ku Hurmuz were vekirin, agirbesta 15 rojan hat ragihandin. Îsraîlê jî piştgirî da agirbestê. Tê payîn ku her du alî di 10 Nîsana 2026an de li Îslamabadê li ser maseya muzakereyê rûnên.
Rojnameger Halît Ermîş ku li Başûrê Kurdistanê rojnamegeriyê dike derbarê agirbesta di navbera DYAyê û Îranê de pêk hat ji Ajansa Welat re axivî.
‘Amerîka dê êrişên Îsraîlê yên li ser Lubnanê asteng neke’
Rojnameger Halît Ermîş da zanîn ku li gorî daxuyaniya hate dayîn agirbest Îsraîlê jî digire nava xwe û got: “Lê Îsraîlê jî di daxuyaniya ku da de got ku dê li Lubnanê şer berdewam bike. Ev yek jî dide xuyakirin ku dê di pêvajoya agirbestê de gelek nîqaş û nakokî derbikevin. Îsraîlê wê li gorî çarçoveya hatiye diyarkirin de raste rast li hember Îranê êrişan pêk neyne, lê wê li hember Hîzbûllahê operasyonên xwe bidomîne. Di vê rewşê de jî DYA dê êrişên Îsralîlê yên li ser Lubnanê asteng neke. Her çiqasî Îran vê rewşê qebûl neke û bike pirsgirêk jî dê nikaribe bikeve di nava hewldaneke cuda. Îxtîmal heye ku Îran di pişt perdê de alîkariyê bide Hîzbûllahê lê wê helwestek cûda nîşan nede.”

‘Amerîka û Îsraîl ji aliyê diyarkirina hedefên şênber de ketin nava nakokiyan’
Halît Ermîş diyar kir ku Îsraîl bê DYAyê nakeve hewldaneke cuda û dê di agirbestê de cih bigire û wiha got: “Eger agirbestek pêk hatibe bêguman ev tişt bi Îsraîl re jî hatiye nîqaşkirin ku di encama vê de agirbest pêk hat. Ji ber ku şansekî Îsraîlê ku bêyî DYAyê şer berdewam bike tune ye. Bêguman ev mijar dê bi demê re hîn bêhtir derkeve holê. Lê bi nêrîna min DYA û Îsraîl di vî şerî de ji aliyê ku diyarkirina hedefên şênber de ketin nav nakokiyan. Ev nakokî jî di daxuyaniyên DYA û Îsraîlê de derdiketin holê. Di daxuyaniyê de carnan digotin armanca me tasfiyekirina rejîmê û dagirkirina Îranê ye, carna jî digotin tunekirina çekên nûkleerî ne. Ji ber vê yekê jî heya niha jî tu kesekî nedizanî ka bi esasî hedefa vî şerî çibû. Ev nakokî jî tê wateya stratejîyeke bê şênber.”
‘Îhtîmala ku şer dîsa rû bide heye’
Halît ermîş anî ziman ku Îsraîl û Îran ji bo desthilatdariya Rojhilata Navîn di nava şer de ne û wiha got: “Îsraîl dixwaze di her warî de hêza Îranê têk bibe. Îran jî xwedî heman armancê ye. Dema em di vê çarçoveyê de mêze dikin, her du aliyan jî tişta ku dixwestin bi destnexistin. Ji ber vê yekê jî dibe ku agirbestek çêbibe lê ev nayê vê wateyê ku şerê di navbera her du aliyan de giştî bi dawî bû. Nakokî dê di her warî de berdewam bikin. Xuya ye ku ev agirbest dê heya demekî berdewam bike û heke wexta hatiye diyarkirin de peymanek mayînde çênebe jî dibe ku careke din jî wextê agirbestê bê dirêj kirin. Herdu alî jî dê hewlbidin ku nekevin di nav şerekî nû. Lê dema mirov li daxwazên herdu aliyan jî dinêre, diyar dibe ku dê lihevkirineke mayînde jî wisa hêsan nebe. Ji ber vê yekê jî îxtîmala dîsa şer rû bide jî heye û divê em şaş nemînin.”
‘Şer dê bi xwe re qeyranên siyasî û aborî bîne’
Halît Ermîş bi bîr xist ku serhildana “Jin Jiyan Azadî” li hember kiryarên dewleta Îranê ya li hember Jîna Emînî li pêşketibû û axaftina xwe wiha domand: “Bêguman Îran li hember jinan zexteke pir mezin bi kar tîne. Ev yek bi xwe re zexta li hember civakê derdixe holê. Ji ber ku jin weke zayend nîvê civakê temsîl dikin. Ji ber vê jî zexta ku li hember jinan tê wateya zexta li hember civakê jî. Li Îranê li hember pêkhate, bawerî û çandên cuda jî zext hene. Ev jî dibe sedem ku li hember rejîma Îranê hêrseke civakî berz bibe. Lê heman serhildan di her demê de li pêşnaveke. Ez di vê baweriyê de nînîm ku di demek nêz de li hember rejîma Îranê serhildanên wek serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ pêş bikevin. Ji ber ku Îran piştî vî şerî dê di nav xwe de bêtir yekgirtî be. Mirov dikare bêje ku di demeke kurt de rewşek wisa rû nade, lê ev şer dê bi xwe re qeyranên aborî, siyasî bîne. Ji ber vê yekî jî dibe ku di demên pêş de nerazîbûnên gel li pêş bikevin.”
‘Dibe ku tifaqên nû li pêş bikevin’
Halît Ermîş bi lêv kir ku di Rojhilata Navîn de dê hemû hevsengiyên bên guhertin û wiha pê de çû: “Îran dibe ku neruxaye be lê derbeyên pir mezin xwar. Ev yek jî dê bi xwe re valahiyekî derbixe holê. Dewletên Kendavê dê bi vî şerî re careke din hêza xwe ji ber çavan re derbas bikin. Hemû hêz dê hewl bide ku ji aliyê leşkeri de xwe bi hêz bike. Ji ber vê jî dibe ku tifaqên nû li pêş bikevin. Ji xwe Brîtanya ji niha ve ketiye di nava hewldanan. Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer bi ragihandina agirbestê ve yekser daxuyanî da û got wê bê Rojhilata Navîn û hevdîtinan bike. Dewletên Kendavê dê vir şûnde ne bi tenê DYA û Îsraîlê re peymanan çêbikin. Dê hewl bidin ku bi hêzên cîhanî yên din re jî di nava dan û standinan de bin. Ev yek jî dê hevsengiya hêzan bandor bike. Dîsa di heman demê de peymanên aborî, leşkeri û siyasî dê ji nû ve werin destgirtin.”
‘Nakokiyên di nav hêzên rojavayî de dê bandora xwe li hevsengiyên Rojhilata Navîn bike’
Halît Ermîş da zanîn ku gelek welatên ku bi DYAyê re di nav dan û stendinê de ne bi Çîn, Rûsya û Îngilistanê re jî dikevin nava dan û stendinê û ev tişt gotin: “Di esas de yên ku ji vî şerî sûd werbigirin dê hêzên weke Çîn, Îngilistan û Rûsya bin. Ev hêz weke berê ji DYAyê natirsin û ji xwe nakokiya di navbera DYA û Ewropayê de destê dewletên weke Çîn û Rûsyayê xurt dike. Ji ber vê jî bandora wan dewletan a li Rojhilata Navîn jî dê her biçe zêdetir bibe. Yanî mirov dikare bêje di qonaxa vî şerî de nakokiyên ku di nav hêzên rojavayî de derketine dê bandora xwe hem li ser hemû hevsengiyên Cîhanî û hem jî li Rojhilata Navîn bike.”
‘Kurdan nîşanî herkesê da ku xwedî siyaseteke serbixwe ne’
Halît Ermîş da zanîn ku di vê pêvajoyê de destkeftiya Kurdan a herî mezin a li Rojhilatê Kurdistanê de ew bû ku di nava xwe de hevpeyman çêkirin û got: “Heke Kurd vê hevpeymanê kûr, bi hêz û bi giştî bikin teqez dê di pêşerojê de bandora wan jî zêde bibe. Di heman demê de vî şerî ji bo Kurdan ku nebûn aliyek şer du tişt derxist holê. Ya yekem, Kurdan bi vê nêzîkatiyê nîşanî herkesê da ku xwedî sîyaseteke serbixwe ne û ji bo tu kesî nakevin nava şer. Herî zêde jî dewletên herêmê ev rastiya sekna Kurdan dît. Hat dîtîn ku Kurd ji aliyê xeta sêyemîn ve ji dan û standinê re amade ne.”
‘Êdî sekna Kurdan diyarker e’
Halît Ermîş diyar kir ku DYAyê û Îsraîlê xwestin Kurdan ji bo berjewendiyên xwe bidin şer kirin lê Kurdan ev yek qebûl nekir û pê de çû: “Dibe ku ji bo vê seknê Kurd ji aliyê van hêzan ve bibin hedef. Ji ber vê jî divê Kurd ji vir û şûnde yekgirtina xwe bi hêz bikin. Ev yek derket holê ku heke Kurd yekgirtîbin di navbera hêzên herêmî û Cîhanî de dikarin siyaseteke xweser bimeşînin. Êdî sekna Kurdan diyarker e. Niha jî pirsa ku hemû kes mereq dike jî ew e ku gelo Kurdan li hember Îranê şer bikiriba dê li ser çarenûsa şer bandorek çawa çêbûya. Ev yek pir girîng e. Lê Kurdan bi sekna vê xeta xwe bêhtir aşkere kir. Bi nêrîna min piştî vê agirbestê xeta sêyemîn a ku Kurdan parastî dê bêhtir bê nîqaşkirin û tehlîlkirin.”
‘Divê Îran rastiya gelê xwe bibîne û guhertinan çêbike’
Halît Ermîş destnîşan kir ku di vî şerî de Îranê zirareke pir mezin dît û heke Îran bi giştî neruxuya be sekna gelê Îranê di vir de diyarker bû û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Heke di vê pêvajoyê de gelê Îranê jî li hember rejîmê rabûya li ser piyan dê êrişên Îsraîl û DYAyê di cîhanê de rewa bikira û îxtîmal hebû ku dibe ku NATO jî xwe spartibûya vê rewatiyê û biketa nava şer. Dîsa di heman demê de gelek hêzên din jî di nav vî şerî de li gel DYA û Îsraîlê cih bigirtiyana. Lê gelê Îranê destwerdana ji derve qebûl nekir. Divê rejîma Îranê vê rastiya gelê xwe bibîne û guhertin, veguhertinan çêbike. Gelê Îranê jî dikare hêsantir di nava xwe de muxalefetekê ava bike. Heke hêzeke muxalîf a xwedî proje derbikeve dê bikaribe gelê Îranê birêxistin bike. Heke rejim ji vir û şûnde bêhtir hişk bibe û gelê Îranê jî xwe birêxistin neke, Îran dê ji “Metirsiyan” re rû bi rû bîmîne.”













