Bi pêşengiya MKGê û DFGê, rojnameger Evîn Bûldan a ku beriya 9 salan di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest dabû, li ser gora xwe hat bibîranîn.
Edîtora Rojnameya Azadiya Welat Evîn Bûldan a ku di sala 2017an de li Amedê di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest dabû, di 9emîn salvegera wefata xwe de li ser gora xwe ya li navçeya Gevera Colemêrgê hat bibîranîn. Di bîranînê de pankarta “Em te ji bîr nakin” a ku wêneyê Evîn Bûldan li ser bû hat vekirin. Endamên Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), Komeleya Rojnamegerên Dicle Firatê (DFG), hevşaredarên Geverê, nûnerên partiyên siyasî, nûnerên saziyên civakî yên sivîl û malbata Evîn Bûldan beşdarî bîranînê bûn.

‘Em ê pênûsa wê li erdê nehêlin’
Bîranîn ji bo kesên ku di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Rêvebera Şaxa MKGê ya Wanê Ceylan Şahînlî di bîranînê de axivî û got: “Ya girîng ew e ku mirov jiyanê bi rûmet bijî. Hevala Evîn jî kesek bû ku ji bo vê jiyana bi rûmet têkoşiya û nemir bû. Em jî wekî çapemeniya azad a ku ala û pênûsa wan dewr girtiye, em ê pênûsa wê li erdê nehêlin.”
‘Em ê heqîqetê di tariyê de nehêlin’
Piştre endamê DFGê Onder Akbulut axivî û wiha got: “Di derheqê şehîdan û têkoşîna wan de mirov çi jî bêje têrê nake. Heval Evîn jî yek ji wan şehîdê Çapemeniya Azad e ku kedeke mezin daye. Çîroka Heval Evînê çîroka gelê Kurd e, Heval Evîn di zarokatiya xwe de li dijî zilmê, heqaretê dikeve rêya koçberiyê. Ew taybetî ji bo rojnamegeriyê bike vedigere Bakur. Li hember çand û zimanê Kurdî xwedî hesasiyet bû. Ji ber wê di Azadiya Welat de dest bi xebatê kir. Azadiya Welat mitfaqa rojnamageriya Kurdî ye. Heval Evîn jî di Azadiya Welat de kedeke giranbiha da. Xwedî enerjî û moraleke xurt bû her tim. Ji hevalên der dorê xwe re her tim dibû çavkaniya hêz û moralê. Ji me re mîrateyeke mezin hişt. Em jî wek endamên çapemeniya Azad hewl didin vê mîrateya wan xwedî derkevin, armancên wan pêk bînin.”
Piştî axaftinan bi danîna qerenfîlên li ser gorê, bernameya bîranînê bi dawî bû.













