Rojnameger Eylem Babayîgît piştî dadgehê salek û 6 meh û 22 roj cezayê girtîgehê lê birî, cezayê wê taloq kir û serbest berda. Eylem Babayîgît ji girtîgehê derket.
Dadgehê di danişîna ewil a dozê de, salek, 6 meh û 22 roj cezayê girtîgehê li rojnameger Eylem Babayîgît hat birî. Yekemîn danişîna doza ku rojnameger Eylem Babayîgît bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” jê tê darizandin li 22yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê hat dîtin. Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), Komeleya Lêkolînên Medya û Hiqûqê (MLSA), endamên Basîn-Îşê yên DÎSKê û malbata Eylem Babayîgît beşdarî danişîna ku Eylem Babayîgît lê amade bû, bûn. Eylem Babayîgît di parastina xwe de sûcên li ser xwe red kir û xwest bê berdan. Parêzer Nagehan Avçil jî da zanîn darizandin mudaxaleya li dijî azadiya çapemeniyê ye.
Dadgehê piştî navber da, biryara tehliyeyê da. Dadgehê bi sûcdariya “propagandaya rêxistinê” salek 6 meh û 22 roj ceza li Eylem Babayigit birî û biryara berdanê da.
Dadgehê piştî biryara berdanê da, Rojnameger Eylem Babayîgît, ji girtîgehê hat berdan. Eylem Babayîgît ji 22ê Çile de li Girtîgeha Jinan a Girtî ya Bakirkoyê girtî bû. Eylem Babayîgît piştî biryara tahliyeyê ji girtîgehê derket. Eylem Babayîgît li pêş girtîgehê ji aliyê malbatê û hempîşeyên xwe ve hat pêşwazîkirin. Eylem Babayîgît axivî û got: “Nûçeyên ku em wekî çapemeniya azad çêdikin, dixwazin bi rêya darazê îllegalize bikin. Lê em li derve jî û li girtîgehê jî rojnamegeriya xwe berdeam dikin. Ez hatim berdan, Lê hevalên me yên rojnameger ên girtî hene. Ew nikarin bi girtinê li pêşiya rojnamegeriya azad bibin asteng. Silavên hevalên me yên rojnameger Necla Demir Arvas û Rahime Karvar jî pir silav dikirin.
Eylem Babayîgît, peyama girtiyên jin jî parve kir û got: “Girtiyên jin peyama şandin û gotin “Çapemeniya azad vîna me ye. Nayê bêdêngkirin.