Rojnameger Mehmet Alî Ertaş ku duh li Mêrdînê li noxteya kontrolê ya leşkeriyê hatibû binçavkirin piştî îfadeya wî hate wergirtin hate berdan.
Rojnameger Mehmet Elî Ertaş duh li noxteya leşkerî ya li herêma Şexan a navçeya Artuklû ya Mêrdînê bi hinceta ku derbarê wî de lêpirsînek hatiye destpêkirin hatibû binçavkirin. Hate zanîn ku Mehmet Alî Ertaş di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê daye destpêkirin de hatiye binçavkirin. Mehmet Alî Ertaş di saetên serê sibê de sewqî Edliyeya Mêrdînê hate kirin û li vir bi SEGBÎSê girêdayî dozgeriyê hate kirin. Mehmet Alî Ertaş ê bi parêzer Erdal Kûzû re îfade da dozgeriyê. Dozgeriyê di îfadeyê de îdiayên şahidê nepen “K8Ç4B3L1T5” ji Mehmet Alî Ertaş pirsîn.
Mehmet Alî Ertaş diyar kir ku îdiayan qebûl nake, rojnameger e û bi lêv kir ku îdiayên derbarê wî de bêbingeh in. Dozgeriyê piştî wergirtina îfadeyê Mehmet Alî Ertaş berda.
Di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Enqereyê ku Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê dabû destpêkirin de Midûra Karên Nivîsan a Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yurtsever û nûçegihanên MA’yê Bêrîvan Altan, Selman Guzelyuz, Hakan Yalçin, Emrûllah Acar, Ceylan Şahînlî, Zemo Aggoz û Denîz Nazlim û nûçegihanên JINNEWS’ê Habîbe Eren û Oznûr Deger û stajyarê MAyê yê berê Mehmet Gunhan di 29ê cotmeha 2022yan de bi hinceta îfadeyên şahidê nepen “K8Ç4B3L1T5” de hatibûn girtin û di 16ê gulana 2023yan de hatibûn berdan. Dadgehê ji bo rojnameger Habîbe Eren, Ceylan Şahînlî û Mehmet Gunhan biryara beraetê dabû û ji rojnamegerên din re jî 6 sal û 3 meh cezayê hefsê birîbû. Hate zanîn ku lêpirsîna derbarê Mehmet Alî Ertaş de jî di çarçoveya beyanên şahidê nepen “K8Ç4B3L1T5” de hatiye destpêkirin.













