Rojnameger Rahîme Karvar a ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” dihat darizandin di danişîna doza ewil de hat berdan.
Rojnameger Rahîme Karvar bi îdiaya “endama rêxistinê ye” ku ji 17ê Çile ve girtî ye, danişîna ewil a dozê li 24emîn Dadgeha Cezayê Giran a Çaglayana Stenbolê hat lidarxistin. Karvar û parêzerên xwe di danişînê de amade bûn. Gelek rojnamevan û nûnerên rêxistinên rojnamegeriyê jî danişîn şopandin.
Ewilî Rahîme Karvar parastina xwe kir û parastina pîşeya rojnamegeriyê kir. Rahîme Karvar di dawiya parastina xwe de xwest were berdan û beraetkirin.
Parêzeran jî parastina miwekîla xwe kirin û xwestin biryara berdanê bê dayîn.
Şandeya dadgehê biryara xwe eşkere kir û bi şertê kontrola edlî biryara berdana Rahîme Karvar da. Dadgehê danişînek din taloqî 17ê Tîrmehê kir.