Dadgehê der barê rojnameger Suat Toktaş de biryara girtinê da û şand girtîgehê. Der barê Bariş Pehlivan û Kurşad Oguz de jî bi şertê kontrola edlî biryara berdanê da.
Rojnameger û Rêveberê Weşana Giştî ya Halk TV Suat Toktaş, Midûrê Bernameyê ya Halk TV Kurşad Oguz û Pêşkêşvanê Halk TV Bariş Pehlivan bi sedema navê kesê zane aşkere kirine, hatibûn binçavkirin. Dozger bi daxwaza girtinê ew sewqî dadgehê kir. Şandeya dadgehê jî der barê rojnameger Suat Toktaş de biryara girtinê da û şand girtîgehê. Der barê Bariş Pehlivan û Kurşad Oguz de jî bi şertê kontrola edlî biryara berdanê da.