Rojnameger Sadik Topaloglû ku girtî dihate darizandin di danişîna ewil de hate berdan.
Rojnameger Sadik Topaloglû ku di 10ê tîrmehê de hatibû binçavkirin, di 13ê tîrmehê de hatibû girtin. Danişîna ewil a doza Sadik Topaloglû ku bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “fînansoriya rêxistinê” tê darizandin, li 25emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hat lidarxistin. Topaloglû û parêzerê wî û nûnerên DFGê û MLSAyê di danişînê de amade bûn.
Topaloglû, li dijî îdiayan parastina xwe kir. Topaloglû, got ku dosyayeke dubare ye, ji vê dosyayê hatiye darizandin û cezayê wî li Dadgeha Bilind e û îdiayên hatine kirin red kir û tehliyeya xwe xwest.
Di dozê de dê îfadeyên şahid Ozgur Baran jî bihatina girtin lê Baran nexwest îfadeyê bide û tu tiştek negot.
Parêzera Topaloglû, Ayşe Canîklî jî da zanîn ku sûcdariyên di beşa hincetê ya îdianameyê de heman sûcdariyên sala 2015ê ne û got ku nabe ku heman ceza cara duyemîn li miwekîlê wê were birîn. Canîklî, xwest ku miwekîlê wê were berdan.
Dozger xwest rewşa girtî ya Topaloglû bidome.
Parêzerê Topaloglû û Hevserokê Giştî yê OHDê Serhat Çakmak jî got ku dosyayeke dubare ye û daxwaza tehliyeya miwekîlê xwe kir.
Dadgehê biryara tehliyeyê da û ji bo li şahidan were guhdarîkirin danişîna dozê taloqî 6ê Gulanê kir.