Rojnameger Tugçe Yilmaz ku li Stenbolê hatibû binçavkirin piştî îfadeya li dozgeriyê serbest hat berdan.
Edîtora Bîanetê Tugçe Yilmaz duh saetên êvarê de li Kadikoy a Stenbolê ji hêla polîsan ve hat rawestandin û piştî kontrola GBTê hat binçavkirin. Rojnameger Yilmaz îro sewqî edliyeyê hat kirin. Li Edliyeya Kartalê piştî îfadeya dozgeriyê hat berdan.
Hat hînbûn ku rojnameger Tugçe Yilmaz bi hinceta ‘Biçûkxistina netewa tirk, komara Tirkiyeyê, saziyêntTirk’ (Xala 301) hatiye binçavkirin.
Hat diyarkirin ku destûr nehatiye dayîn ku parêzerê Tugçe Yilmaz naveroka dosyayê bibîne.