Wan – Şandeya Kurdan a tev li Konferansa Ewlehiyê ya Munihê bûye, di astên herî bilind de hevdîtinan dikin. Di konferansê de Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Robîo şert daniye ber şandeya Sûriyeyê ku Mazlum Ebdî û Îlham Ehmed jî bi wan re tev li hevdîtinê bibin. Robîo peyama Trump gihand şandeya Sûriyeyê û Trump xwestiye ku Sûriye siyaseteke nerm bi Kurdan re bimeşîne û zû li hev bên.
Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê ku ji 1963an vir ve li bajarê Munîhê yê Elmanyayê tê lidarxistin, di roja 3yemîn de didome. Nûnerên Kurdên Rojava û Başûrê Kurdistanê jî ji bo konferansê hatin vexwendin û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî, Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rojava Îlham Ehmed û Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Neçîrvan Barzanî tev li konferansê bûn. Ji aliyê dîplomasiyê ve konferans xwedî giringiyeke mezin e û derfet e ji bo pêvendiyên bi welatên biyanî re.
‘Nûnerên Kurdan di asta herî bilind de hevdîtin kirin’
Rojnameger Hemîd Ûrmiye ku li Munîhê konferansê dişopand, derbarê geşedanên dîplomasiya yên nûnerên Kurdan de ji ajansa me re axivî. Hemîd Ûrmiye diyar kir ku nûnerên welatên biyanî gelek giringiyê didin vê konferansê û hewldanên dîplomasiyê li vê konferansê gelek zêde ne. Hemîd Ûrmiye anî ziman ku nûnerên Kurdan hem yên Rojava hem jî yên Başûr di asta herî bilind de gelek hevdîtinên dîplomatîk pêk anîn û got: “Taybetî senetorên Emerîkî bi nûnerên Kurdan re hevdîtinên girîng kirin. Şandeya Rojava bi şandeya Sûriyeyê re hat, lê hevdîtinên xwe cuda kirin. Nûnerên Rojava li vir hewl didin li gel serokên welatan hevdîtinan çêbikin û taybetî jî hewl didin pêywendiyên xwe li gel Fransayê zêdetir bikin da ku di siberojê de piştgiriya xwe ji bo statu û mafên Kurdan ên weke leşkerî, ziman, hiqûq û wekheviyê de zêdetir bikin.”

Robîo şertê hebûna Kurdan danî pêş Sûriyeyê
Hemîd Ûrmiye da zanîn ku di roja yekemîn a konferansê de Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Emanûel Macron re hevdîtin kirin û ev tişt li axaftina xwe zêde kir: “Macron piştrast kir ku ew dê bi hemû hêza xwe ve piştgiriyê bidin Rojavayê Kurdistanê. Soz daye ku hemû mafên Kurd, Durzî, Suryan, Elewî hwd. biparêze û di nava Sûriyeya nû de cihê wan jî hebe. Herwiha Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Robîo ku weke nûnerê Amerîkayê li vir e, ji bo hevdîtinê şert danîbû ber şandeya Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ku Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed jî bi wan re bin. Li ser vê yekê bi şandeya Sûriyeyê re rûnişt û gelek danûstandinên girîng kirin. Robîo peyama Serokê Amerîkayê Donald Trûmp gihand şandeya Sûriyeyê. Trump di peyama xwe de gotiye ku divê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê siyaseta xwe ya bi Kurdan re nerm bike û bi lez li hev werin.”
‘Hevdîtin erênî derbas dibin’
Di berdewamiya axaftina xwe de Hemîd Ûrmiye da da zanîn ku şandeya Kurdî ji ber gefên li ser wan tên xwarin, ji hêla leşkerî ve têkiliyên baş çêbikin. Heta niha bi wezirên Elmanya û Fransayê yên parastinê re rûniştine û wiha pê de çû: “Her wiha li gel hin bazirganên mezin ên cîhanê ku bandora wan li ser parastina welatan heye, jî hevdîtinên girîng hatine kirin. Rûniştinên heta niha hemû jî erênî derbas bûne û soz dane ku ji hêla aborî, siyasî û leşkerî ve piştgiriyê bidin Kurdan. Weke tê zanîn armanca sereke ya vê konferansê ew e ku têkilî bên çêkirin, lewma ev yek ji bo Kurdan derfetek e. Îsal bû yekem car ku Rojavayê Kurdistanê tev li konferansê dibe. Ev gaveke pir girîng e û ji bo cîhanê jî peyameke. Ji niha û pê ve Rojavayê Kurdistanê di asteke bilind de tê naskirin û ev taybetî peyamek girîng e jî ji bo devleta Tirk. Di nûçeyan de jî derbas bû ku şandeya Tirkiyeyê ji konferansê vekişiya ye. Hinek çavkanî dibêjin ji ber vexwendina HSD vekişîyan e û hinek jî dibêjin sedemên xwe yên cuda hene. Ev yek nehat zelalkirin.”
‘Beşdariya Kurdan encama berxwedanê ye’
Hemîd Ûrmiye bi lêv kir ku konferans bi giştî heta niha ji bo Kurdan gelekî baş çûye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Tevî şandeyên Kurd di hêla navdewletî de Komîserê Bilind ê Penaberan ê Neteweyên Yekbûyî (NY) Berhem Salih û li ser navê Îraqê Fuad Husên ku her du jî Kurd in beşdar bûne. Dema mirov lê dinêre ev yek gaveke gelek girîng e ji bo Kurdan. Beşdarbûna evqas Kurdan ya ji bo vê konferansê, encama berxwedana Rojava û xwedîderketina gelê Kurd a çar perçeyên Kurdistanê û Ewropayê ye. Hemû Kurd bi yek deng û yek dil dengê xwe derxistin û peyamek dan cîhanê ku êdî Kurd ji aliyê siyaset û leşkerî ve cudatir tevdigerin. Wê demên pêş de gavên gelek baş bên dîtin û dibe ku dewleta Tirk û çend dewletên nêzî wê bertekên xerab nîşan bidin. Wekî din ev konferans bi serkeftî didome.”













