Rojnameger Welat Ekîn ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” girtî dihat darizandin, di danişîna ewil a dozê de beraet kir.
Danişîna ewil a doza rojnameger Welat Ekîn ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin, li 23yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hate lidarxistin. Der heqê Ekîn de ku ji 20ê Çileyê heta niha li Girtîgeha Hejmar 5 a Marmarayê dihat ragirtin, biryara beraet û tehliyeyê hate dayin.