Çalakvana mafên jinan û rojnamevan Jina Modarres Gorji ji Girtîgeha Sine hat berdan.
Jîna Modarres Gorji ya çalakvana mafên jinan û rojnamevan e ji Girtîgeha Sine hat berdan. Rojnamevan Jîna Modarres Gorji di destpêkê de ji aliyê Şaxa Yekem a Dadgeha Şoreşê ya Sine ve bi 21 sal cezayê girtîgehê û sirgûnkirina Hemedanê hat cezakirin.
Ji aliyê din ve, tê zanîn ku Jîna Modarres Gorji di salên borî de gelek caran hatiye girtin û rastî pêvajoyên dadwerî hatiye.