Rojnameger Rohat Bûlût, Şakîr Karataş û Hulya Taş ên ku li Erdîşê hatibûn binçavkirin sewqî edliyeyê kirin.
Polîsan duh serê sibê li navçeya Erdîşê ya Wanê, rojnameger û edîtorê Rojnameya Xwebûnê Rohat Bûlût, Hulya Taş û xebatkarê Rojnameya Yenîyaşamê Şakîr Karadaş binçav kiribûn. Rojnamevanên ku ji duh were di binçavan de ne, di îfadeyên Midûriyeta Polîsan de mafên xwe yên neaxaftinê bikaranîn. Piştî kar û barên li Midûriyeta Polîsan rojnamevan sewqî Edliyeya Erdîşê hatin kirin.
Tê payîn ku rojnameger li dozgeriyê îfade bidin.