Rojnameger û edîtorê Beşa Erebî ya Rojnewsê Silêman Ehmed, piştî 454 rojan ji girtîgehê hat berdan.
Di 6ê Kanûna 2024an de parêzer Nerîman Ehmed ku yek ji parêzerên rojnameger û edîtorê Beşa Erebî ya Rojnewsê Silêman Ehmede, li ser hesabê xwe yê medya dijîtal Facebookê ragihandibû ku Dadgeha Temyîzê ya Herêma Kurdistanê tometên li ser rojnameger Silêman Ehmed rakir û biryara berdana wî dabû.
Îro rojnameger Silêman Ehmed piştî 454 rojan li girtîgeha PDKê girtî bû, hat berdan û gihîşt azadiya xwe.
Hêjayî gotinêye ku Silêman Ehmed roja 1ê Cotmeha 2023yan ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê. Silêman roja 25ê Cotmeha 2023yan dema xwest di Deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûrê Kurdistanê bibe, ji aliyê hêzên PDKê ve hatibû revandin û piştî heft mehan parêzeran dikaribû hevdîtinê li gel wî bikin. Di 29ê Tîrmeha 2024an de Dadgeha Dihokê 3 sal cezayê girtîgehê li Silêman Ehmed birîbû.