Navenda Nûçeyan – Siyasetmedar, rojnamevan û parêzvanên mafên mirovan ên di çarçoveya lêpirsînên navenda wan Enqere û Eskîşehîre de hatine binçavkirin, sewqî dozgeriyê hatin kirin.
Di çarçoveya lêpirsînên serdozgeriyên komarê yên Enqere û Eskîşehîrê de polîsan di 26ê Mijdarê de li Amed, Stenbol, Mêrdîn, Batman, Şirnex û Enqere jî di nav de li 30 bajaran bi ser malan de girtin. Di serdegirtinên malan de rojnameger, siyasetmedar, parêzvanên mafên mirovan jî di nav de bi giştî 231 kes hatin binçavkirin. Karûbarê li midûriyetên polîsan û edliyeyê yê binçavkiriyan didome.
Cîgira Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê ya ji Komîsyona Kedê Berpirsyar Sevtap Akdag, Hevşaredarê Peyas a Amedê Cengîz Dundar, ji damezirînerên ÎHDê Nîmet Tanrikulu, Serokê Genel-Îşê Remzî Çalişkan, Serokê Şaxa Sendîkaya Genel-Îşê yê Mêrsînê Kemal Goksoy, endamê ÇHDê parêzer Şîar Rişvanoglû, Leyla Dogan, Erdal Guzel, Halef Caruş, Faruk Ayhan, Ecevît Odabaşi, Abdurrahman Aydin, Recep Şîmşek û Hamza Kaan li Edliyeya Enqereyê îfade didin dozgeriyê.
DÎSK nerazîbûnê nîşan dide
Endamên DÎSK’ê ji bo piştevaniya bi Çalişkan û Goksoy re li pêşiya Edliyeya Enqereyê kom bûn. Endamên DÎSKê pankarta “Em li dijî bêhiqûqiyan serî natewînin, sendîkavanî sûc nîne” hilgirtin. Seroka Giştî ya DÎSKê Arzû Çerkezoglû jî derbasî Edliyeya Enqereyê bû.
Dozger îfadeyên rojnamevanan werdigire
Rojnamevan Mehmet Uçar, Erdogan Alayumat, Bîlal Seçkîn, Sûzan Demîr, Tûgçe Yilmaz, Havîn Derya û Mehmet Yaşar Abatan û Serap Guneş ê di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Eskîşehîrê de li bajarên cuda hatin binçavkirin jî sewqî Edliyeya Eskîşehîrê hatin kirin. Dozger dest bi îfade wergirtina rojnamevanan kir.