Xebatkara rojnameya Yenî Yaşamê Zîlan Gul jî di nav de 14 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin piştî 4 rojan serbest hatin berdan
Li Amedê Rojnamevan Zîlan Gul û 13 kes di 26ê Çile de piştî serdegirtina malên wan de hatibûn binçavkirin. 14 kesên ku bi hinceta “amadekariya çalakiyekê dikirin” hatibûn binçavkirin, ev 4 rojin li Miduriyeta Polîsan a Amedê dihatin girtin. Her 14 kes piştî ifadeya wan hate girtin danê êvarê hatin berdan.












