Rojnameyên erebî diyar kirin ku siyasetên astengkirinê yên ku Enqereyê dimeşîne, astengiyeke mezin li pêşiya lihevhatina bi Kurdan re çêdikin.
Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên vê sibehê de aloziya li Tirkiyê ya piştî binçavkirina Ekrem Îmamoglu, niyeta dewleta Tirk a der barê kurdan de, pêşdeçûnên artêşa Sûdanê li Xertûmê, her wiha êrişên Îsraîlê yên li Xezayê nirxandin. Rojnameya El Ereb ku durûtiya siyaseta dewleta Tirk a li hemberî Kurdan nirxand diyar kir ku “Li gorî siyasetmendarên alîgirên doza Kurd, ev geşedanan ne tenê gefan li îhtîmalên bidawîkirina şer li hemberî PKK’ê dixwe ku di encamê de zêdetirî 40 hezar kes hatin kuştin, lê di heman demê de gefan li asoyên demokratîkirina Tirkiye bi giştî dixwe.”
Hate gotin ku hikumeta Tirk siyaseta tengavkirinê didomîne û ev jî astengiyek mezin li pêşiya lihevhatina çaverêkirî dike. Rojnameyê bi bîr xist ku desthilata Tirk di Kanûna 2024’an lêpirsînek li dijî hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan re vekir û cezayên nû li dijî Rêber Abdullah Ocalan birîn. Der barê vê yekê de hat gotin “Li gorî hin kesan eger armanca rasteqîn a Erdogan, lihevhatina bi Kurdan rebûye, cezayên nû li dijî Ocalan nedibirîr.”
Rojnameyê bal kişand ser vê yekê jî “Tevî ku Ocalan ragihand ku divê PKK’ê xwe fesih bike û banga çekdanînê kir, lê hikumeta Tirk tu nexşerê hilnebijartiye û niyetên wê yên der barê aso û siberoja pêvajoyê de ne zelal dimînin.”
El Erebî: Hewldanên çareseriyê têk diçin
Rojnameya El Quds El Erebî jî bal kişand ser geşedanên dawî yên li Sûdanê yên piştî kontrolkirina koşka serokatiyê ya li Xartûmê ji aliyê artêşa Sûdanê ve. Rojnameyê ev bûyer wekî serkeftinek sembolîk nirxand û got “artêş dikare vê serkeftinê ji bo berfirehkirina pêşdeçûna xwe û rizgarkirina balafirgehahîna di bin kontrola Hêzên Piştevaniya Lezgîn de ye, tax û wezaretên mayî yên Xertûmê bikar bîne. ”
Li gorî rojnameyê, dibe ku piştî Malhayê Faşir jî bikeve û ev nirxandin kir “Eger Faşir jî bikeve dê cihên di bin konrola artêşê û navendên destekkirinê yên ku şerê lê nin in jî bên hehdîdkirin.”
Rojnameyê destnîşan kir ku tevî geşedanên dawî jî, lê axaftina ku “şer ber bi dawî ve diçe” hîna zû ye, nemaze ku hewldanên çareserkirinê têk diçin.
Vegera şer
Rojnameya El Xelîc jî bal kişand ser êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê ku ji 18’ê Adarê ve zêdetir bûne. Hate gotin, “Niha li Îsraîlê zimanê xwînê serwer e, dengên aqilmendî yên hişyarkirina li ser berdewama şer ji aliyê Îsraîlê ve tên paşguhkirin.”
Hate gotin, “Îsraîlê ya operasyonên xwe yên leşkerî li Xeza û Şerîdaya Rojava zêdekir kiriye û êrişên xwe li ser Sûriye û Lubnanê didomîne, bi hêsanî paşde venegere. Lê hewl dide hegemoniya xwe ya herêmî ferz bike. Ev stratejî dê encamên ters bi xwe re bîne; ji ber ku li hemberî Îsraîlê gelekxwedî dîrokeke dem dirêj a berxwedana li hemberî dagirkeriyê heye. Ev jî dihêle ku ferzkirina çareseriyên bi hêzê ne mumkin bin.”