• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
29 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Kûçikên leşkeran êriş zarokan kir: Zarokek jiyana xwe ji dest da

    Kûçikên leşkeran êriş zarokan kir: Zarokek jiyana xwe ji dest da

    KCK: Bi ruhê Newrozê em qadên 1ê Gulanê tijî bikin!

    KCK: Bi ruhê Newrozê em qadên 1ê Gulanê tijî bikin!

    Piştî 24 saetan bi binçavkiriyên Stenbolê re hevdîtin hate kirin

    Piştî 24 saetan bi binçavkiriyên Stenbolê re hevdîtin hate kirin

    Saziyên Zimanê Kurdî dê deklarasyona 15ê Gulanê eşkere bikin

    Saziyên Zimanê Kurdî dê deklarasyona 15ê Gulanê eşkere bikin

    Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê ji bo 1ê Gulanê çalakiya ‘Kursiya Azad’ li dar xistin

    Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê ji bo 1ê Gulanê çalakiya ‘Kursiya Azad’ li dar xistin

    Wezîrê Dadê ji bo Rojîn Kabaîş û Gulîstan Doku daxuyanî da

    Wezîrê Dadê ji bo Rojîn Kabaîş û Gulîstan Doku daxuyanî da

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Mijara çapemeniya cîhanê û Erebî Rojava ye

Navenda Nûçeyan / AW

25 ÇILE 2026 - 10:53
Kategorî: ROJANE
A A
Di çapemeniya cîhanê de piştgiriya DYA û Ewropa dide çeteyên HTŞ û DAIŞê yên girêdayî Tirkiyê tê rexnekirin û banga mijara dawîkirina piştgiriya çeteyên tundiraw tê nîqaşkirin. Di nûçe û gotaran de ji nûve zindîkirina DAIŞ, tundirawiya HTŞê û ji nûve avakirina dengeyên nû yên li herêmê tên nirxandin.

Êrişên çeteyên HTŞê û DAIŞê yên girêdayî Tirkiyeyê li ser Rojavayê Kurdistanê berdewam dikin. Ji ber piştgiriya DYA û welatên Ewropayê piştgiriyê didin çeteyên Tirkiyeyê di çapemeniya cîhanê de tê rexnekirin.

Devera bi ewle vegeriya cihek xetere

Rojnameya The Telegraphê, di nûçeya bi sernava “Welatên rojava, mutefikên xwe li deverekî bi xwîn de terk kir” de polîtîkayên DYA û Ewropayê dke mijara nîqaşê. Di nûçeyê de tê bi bîr xistin ku Bakur Rojhilatê Sûriyê bi salan di bin kontrola HSDê de ewle maye û gelek gel, bawerî û cudahiyan bi hev re jiyaye. Rojnameyê destnîşan kir ku li gorî raya giştî helwesta DYAyê û pêkanînên wê yên dawî zirarê dide têkoşîna li dijî DAIŞê. Di nûçeyê de tê bi bîr xistin ku herêmên bi salan ewle piştî HTŞê vegeriyane deverek xetere.

Gelên Ewropa polîtîka dewletên xwe rast nabîne

The Forbesê jî gotarek bi sernava, “Gotina Ewropya ya der heqê Sûriyeyê de, ne li gorî hilbijêrên wê ye” weşand. Di gotarê de hewelwesta siyasetmedarên Ewropayê ya li li hemberî Rojava hat rexne kirin û wiha hate gotin: “Ewropa gotina xwe ya der heqê Sûriyeyê de nikare bi gelên xwe bide bawerkirin. Têkiliyên bi Ahmed el-Şera re di heman de hiştina hevalbendên xwe yên Kurdên ku bi DAIŞê re şer kirine, ev di heman demê de li gorî nêrîna hilbêjên wan nêrînek sexte ye.”

‘Kurd li dijî cîhadîstan seferber bûn’

The Jerusalemê jî di manşeta xwe de got: “Hêzên Sûriyeyê pêş ve diçin; Kurd li dijî êrişên cîhadîstan di serferberiyê de ne.” Di berdewama nûçeya de ev tişt hate gotin: “HTŞ, ji aliyê dewletên Rojava û welatên herêmê bi lez wek hikûmetekî rewa hat naskiirn lêbelê rêxistina Şera ji destpêkê ve rêveberiyek ne li rê û bêbandor bi rêve bir.”

‘Piştî Kurdan alên DAIŞê li ba bûn’

Berdana DAIŞiyan ji aliyê HTŞ’ê ve bû rojeva çapemeniya cîhanê. Rojnameya Frankurter Allhemeine Zeitung (FAZ), nûçeyek bi sernava “Piştî Kurd ji warên xwe hatin kirin, DAIŞê ji nû ve alên xwe daliqand” weşand.

‘Ligel agirbestê êriş didomîn’

The Reutersê jî di nûçeya xwe de bal kişand ser agirbesta ku 15 rojan hatiye dirêjkirin û got ev agibrst dê bibe nefesek ji bo herêmê.

The Guerdianê jî bal kişand ser agibestê û nûçeya bi sernava “Sûriye û hêzên Kurd, rexmê gefa şer agirbest dirêj kirin.” Rojnameyê diyar kir ku rexmê agirbestê binpêkirin didomin.

Financial Times a li Îngîltereyê di nûçeya bi sernava “Piştî DYAyê hevpeymanên xwe di rê de hişt, Kurdên Sûriyeyê ketine pozîsyona parastinê.” Di nûçeyê de hat destnîşankirin ku helwesta DYAyê bi xwe re guhertinek cidî di têkiliyên DYA-Kurdan de çêkiriye. Di heman demê de bal kişand ser agirbestê û ev tişt hat gotin: “Agirbest, tevî pevçûnên giran hesasiyeta xwe diparêze.”

‘HTŞ rageşiyê zêde dike’

Rojnameyên erebî di mijarên xwe yên hefteya borî de behsa rewşa li Sûriyeyê, bandorên pêşdeçûnan li ser çalakiyên çeteyên DAIŞê û avakirina bloka herêmî ya nerm kir. Rojnameya El Ereb a Londonê behsa peymana 18´ê Çileyê kir û bi bîr xistin ku “Dema hikumeta demkî daye aşkera dike ku lihevkirina pêşkêşkirî tenê komek şertên din e, ku armanca wê bihêle Kurd herêmên di bin serweriya xwe de ji wê re bihêlin.” Rojnameyê da zanîn ku “Ev yek tê awayek pratîka jevkirina Rêveberiya Xweser û bidawîkirina hêviyên rêveberiyeke xwecihî. Ragihandina peymanê hemwextî şandina Şamê ji hêzên leşkerî yên mezin re li derdora Hesekê pêk hat” ev nîşaneyek e ku hikumet ber bi rageşiyê û berdewamkirina êrişan ve dehf dide.

Fikara veşiyandina DAIŞê

Rojnameya El Exbar a Lubnanê da zanîn ku nîşaneyên heyî yên meydanî diyar dikin ku qonaxa heyî, li gel bêdengiya navneteweyî û Amerîkayê li hember êrişên komên hikumeta demkî li dijî Hêzên Sûriya Demokratîk, pir hesas e. Rojnameyê anî ziman ku derketina çeteyên DAIŞê ji girtîgehên di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk de mîna li Şedadê û kampan di serî de kampa Holê xeteriyeke ewlehî ya mezin e. Rojnameyê destnîşan kir ku ev data derî li pêş jinûve zîndkirina DAIŞê û vegera kaosê li Rojhilata Navîn vedike û da zanîn ku “Hiştina Amerîkayê ya Hêzên Sûriya Demokratîk û piştgiriya desthilata Ehmed El Şeri valahiyek ewlehî vekir ku DAIŞê wê sûdê jê bigire.”

‘Li herêmê bloka nû tê avakirin’

Rojnameya El Nehar a Lubnanê diyar kir ku şêwirên Misr-Yewnanistan-Qubrisê nîşan didin ku wê blokeke herêmî ya nerm li Rojhilata Navîn were avakirin. Rojnameyê destnîşan kir ku civîna şêwirê ya 3 dewletan li Qahîreyê di çarçoveya pêşxistina mekanîzmaya hevkar û teqeziya rola Qahîreyê ya hevkariya siyasî, aborî û ewlehiyê de ye. Şîrovekaran diyar kir ku ev hevkarî modela hevkariyê ya li ser bingeha qanûna navneteweyî û diyalogê, li hember siyasetên ferzkirina defaktoyê ya li herêmê ye.

Etîket: Çapemeniya Cîhanêçapemeniya erebîDAIŞHêzên Sûriya Demokratîk (HSD)rojnameyên erebî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Dadgehê daxwaza girtina alîgirên DAIŞê red kir

Dadgehê daxwaza girtina alîgirên DAIŞê red kir

13 NÎSAN 2026
Rêveberê DYAyî yê ku îstifa kir: Me El Qaîde û DAIŞ wekî hêzên wekîl bi kar anîn

Rêveberê DYAyî yê ku îstifa kir: Me El Qaîde û DAIŞ wekî hêzên wekîl bi kar anîn

21 ADAR 2026
Peymana 29ê Çile û perwerdehiya Kurdî: Alî çi dixwazin, heta niha çi bû û astengiya sereke çiye?

Peymana 29ê Çile û perwerdehiya Kurdî: Alî çi dixwazin, heta niha çi bû û astengiya sereke çiye?

9 ADAR 2026
HSD di çarçoveya peymana 29ê Çileyê de ji Şêxlerê vedikişe

HSD di çarçoveya peymana 29ê Çileyê de ji Şêxlerê vedikişe

2 ADAR 2026
Di piştperdeya şerê di navbera Afganistan û Pakistan de çi heye?

Di piştperdeya şerê di navbera Afganistan û Pakistan de çi heye?

28 SIBAT 2026
Y.J.Ê.R: Destdirêjiya li Şengalê xizmeta çeteyên DAIŞê dike

Y.J.Ê.R: Destdirêjiya li Şengalê xizmeta çeteyên DAIŞê dike

26 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Aldar Xelîl: Şam ne bi feraseta çareseriyê lê bi hişmendiyeke aloziyan kûrtir dike tevdigere

    Aldar Xelîl: Şam ne bi feraseta çareseriyê lê bi hişmendiyeke aloziyan kûrtir dike tevdigere

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • DÎSSA bi lîstika ‘Aştî’ derket pêşberî şanohezan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cenazeyê Welatê 8 salî hat dîtin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Siyaset xwend lê sewalkariyê dike: Heke demokrasî tune be aborî jî nabe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 29ê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Heyeta Îmraliyê: Nêrînên birêz Ocalan berevajî tên nîşandan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa Jinan a Rêveberiya Xwecihî: Em ê rêxistinkirina komunan bi hev re ava bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kûçikên leşkeran êriş zarokan kir: Zarokek jiyana xwe ji dest da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komîsyona Astengdaran a DEM Partiyê ji bo ‘Meşa Rûmetê’ bang kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li sê cihên Stenbolê qurbaniyên 1ê Gulanê hatin bibîranîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (1013)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne